Minbic.. Du sal piştî rizgarkirinê

Du sal in li ser rizgarkirina bajarê Minbicê re derbas bû. Rewşa ku di nava du salan de li vê herêmê rû da em dikarin wekî runêsansekî bi nav bikin. Gelê herêmê di bin banê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Minbicê de rêxistin û hevgirtina xwe xurt kirin, dikarin li hemberî hemû hewdanên derxistina tevliheviyê bibin bersiv.

Minbic.. Du sal piştî rizgarkirinê
13 tebax, 2018   04:20

KAMÎRAN XOCE / MINBIC

Di nava du salan de, ango piştî rizgarkirina bajarê ji çeteyên DAIŞ‘ê şêniyên Minbicê sazbûna xwe û rêveberiya  xwe pêş xistin. Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê di her aliyan de xizmet pêşkêşî şêniyan kir.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minibc û gundewarên wê ji du meclisan pê tê:

Zagonsaz: Meclisa Zagonsaz heya niha  16 biryar derxistin, ji wan Erka Xweparastinê û Zimhêr û 3 biryarname.

Rêveber: Meclisa Rêveber jî biryarên ku ji aliya Meclisa Zangonsaz ve têne derixistin pêk tîne. Meclisa Rêveber ji 13 komîteyan pêk tê.

Her wiha li ser xebatên avakirina komîn û meclisan û pêşkêşkirina xizmetguzariyê diskine.

Xebatên ku meclisê di nava du salan de pêk aniye bi kurtasî em dikarin wiha rêz bikin.

Xizmetguzarî?

Şaredariya Gel a Minbicê di nava du salan ji bo xizmeta şêniyan gavên mezin avêtin. Ji karên ku hatin pêkanîn; paqijkirina bajêr ji bermahiyên şer, peydakirina av û kehrebe, nan û mazor.

Buroya Teknîkî ya şaredariyê di nava du salan dirêjahiya 6 hezar mîtri xetên kanalîzasyonê yên taxên bajêr sererast kir, 4 hezar û 200 m2  rê qîr kir.  Li gorî berpirsyarên şaredariyê heya dawiya salê dê 15000 m2 were ziftkirin.

Her wiha piraniya çareseriyên bajrê "Şehîb Ebû Leyla, Sexra, Şehîdan û Jina Azad" hatin sererastkirin, li aliyekî din jî pirên "Serib, Cerablus û riya Helebê yên di encamên şer de hatibûn xirabkirin hemû ketin xizmetê.

Şaredariya Gelê, her wiha derferên kar ji 150 karkerî re peyda kirin.

Saziya Kehrebê jî kehrebe gihand hemû herêmên rizgarkirî. Di nava du mehan de hemû toreyên kehrebê hatin sererastkirin.

Tenduristî

Rêveberiya Sivîl avahiya nexweşxaneya Furat ku çeteyan hemû alavên wê talan kiribûn û şewitandin, sererast kirin û ji nû v exist xizmetê. Komîteya Tenduristiyê di nexweşxaneyê de beşê zarok, aşlekirin, hindirîn û jin, her wiha mexber telasîmiya, navenda xwînê aktîv kir, beşê destwerdana lezgîn 24 saetan di xizmetê de ye, li aliyekî din jî dermanxaneyeke vekirin ku derman bi buhayê erzan pêşkêş dike vekir.

Ji bo demên pêş jî amadekariyên vekirina navendên tenduristiyê li 4 gundan têne kirin.

Perwerde

Di çarçoveya gavên ku di aliyê  perwerdeyê de hatin avêtin, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê 317 dibistan sererast kirin û 110 hezar xwendekarên hemû astan pêşwazî kir. xwendekaran li gel zimanê Erebî, Kurdî, Englizî û Fransî jî ditin. Ji bo koçberên li kampên Şerqî û Xerbî du dibistanên zarokan vekirin.

Li aliyekî din ji zêdeyî 4 hezar mamoste pewerde kirin, her wiha peymangeheke bi navê "Rêveberiya Sivîl a Demokratîk" vekirin.

Hevserokê Komîteya perwerdeyê Suhêl Walî derbarê mijarê de dibêje, "Destpêkê, me gelek zehmetî di aliyê peydakirina mamosteyan dît, piştî salakê zehmetî hatin derbas kirin, hined rihetî çêbû, xebatên perwerdeyê bi serkeftî derbas bû.

Komîteya perwerdeyê ji pêwîstiyên 3117 dibistanî, ji sobe, mazot û hwd peyda kir.

Aborî

Di aliyê aboriyê de jî gelek gav hatin avakirin. B hevkariya şêniyên koperatîk hatin pêşxistin.

Ji wan koperatîfa dermanxneya beyterî, koperatîfa cenatoran li gundê Feres Xenam û Jidêdet Feres.

Komîteyê her wiha mexeberek ard vekir.

Minbic spartgeha hemû Sûriyeyê ye

Piştî rizgarkirinê Minbic veguherî herêmên herî bi ewle li Bakurê Sûriyeyê û bû spartgeha tevahî Sûiyeyêe.

Rexmî gefxwarinên dewleta Tirkiyê tevgera avakirinê li pêş e.

(bb)

ANHA