ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-08-2018
13 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

-Meclisa Navçeya Tirbespiyê bi armanca nirxandina xebatên 6 mehan ên meclis û komînên navçeyê li Akademiya Şehîd Yekta Hereko civînekê li dar dixe. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li navçeya Til Hesmîsê, li gundê Til Tenek ji bo şervanê YPG‘ê Heyder El-Elî (Lewend Qamişlo) merasîmê sersaxiyê tê lidarxistin.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Mafê Mirovan a Rojava buroya xwe ya herêma Firatê li bajarê Kobanê vedike. Saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê salvegera Pêngava 15‘ê Tebaxê pîroz dikin. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewreya perwerdeyê ya endamên saziyên aborî ya herêma Firatê bi merasîmekê bi dawî dibe. Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdên navçeya Tirbespiyê destdirêjiya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser goristana Şehîd Avesta Xabûr şermezar kirin û tekez kirin ku ew şopdarên xeta şehîdan bin ta rizgarkirina Efrînê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Hevseroka Meclisa Ciwanên Sûriyeyê û Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Albîn Ehmed anî ziman ku dewleta Tirk ji fikirê Ocalan ê rizgarkirina gelan ditirse, ji ber vê yekê tecrîdeke girankirî li ser wî feriz kiriye. Albîn anî ziman ku têkoşîna jinên ciwan a ji bo rizgarkirina Ocalan berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Fermî yê QSD‘ê Kîno Gabriyêl îdiayên dibêjin dê QSD‘ê dê li gel rêjîmê beşdarî şerê Idlibê bibe derewand. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Du sal in li ser rizgarkirina bajarê Minbicê re derbas bû. Rewşa ku di nava du salan de li vê herêmê rû da em dikarin wekî runêsansekî bi nav bikin. Gelê herêmê di bin banê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Minbicê de rêxistin û hevgirtina xwe xurt kirin, dikarin li hemberî hemû hewdanên derxistina tevliheviyê bibin bersiv. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Endamê Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Buroya Helebê Elî Mustefa xirabûna rewşa Tirkiyê û nakokiyên bi Amerîkaiyê re spart polîtîkeyên şaş ên Erdogan û hikumeta wî. Mustefa anî ziman ku heke Tirkiyê di van siyasetên xwe de berdewam bike tê binkeve. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Muxalifê Sûriyê yê serbixwe û endamê Partiya Kar a Komunist Hûsam Elûş got: "Astana pêvajoyeke demekî  bû û armancên wê yên taybet hebûn û rola wê niha bi dawî dibe. Rola Tirkiyê jî di vê pêvajoyê de dibe ku demkî be ta zemîneke herî guncawî  ji bo girtina tevahî Sûriyeyê peyda bike. " (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li gundê Girê Dêra yê navçeya Girkê Legê di sedsala 19‘an de, bûye qurbaniya polîtîkeyên Osmaniyan. Komên desteka xwe ji Osmaniyan digirtin, li vî gundî komkujiyeke pêk anîn, di encamê de 81 kes mirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koperatîfên Girkê Legê heya radeyekê dikarîbûn şêniyan ji berhemên herêmî têr bike, lê di gelek aliyan de rastî astengiyan tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Naveneda Trafîka taxa Şêxmeqsûd roleke mezin di rêxistinkirina tevgera çûnûhatina wesayetan û kontrolkirina buhayê siwareyan de dilîze. Navend ji bo demên pêş pilan danîne pêşiya xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Werşeyên girêdayî Saziya Avê ya Tebqayê di nava salekê de av gihand tevahî herêmê, her wiha pilanên wê yên ji bo demên pêş hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA