Di operasyoneke hêzên ewlekariyê yên Misrê de 12 çekdar hatin kuştin

Li bajarê El-Erîş ê bakurê parêzgeha Sîna ya Misrê hêzên Ewlekariyê operasyonek li ser baregeheke çekdaran pêk anî. Di encamê de 12 çekdar hatin kuştin.

Di operasyoneke hêzên ewlekariyê yên Misrê de 12 çekdar hatin kuştin
12 tebax, 2018   12:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Wekaleta El-Şerq El-Ewset diyar kir ku îro piştî hêzên ewlekariyê agahî bi dest xistin, operasyonek li ser baregeheke çekdaran ku xwe li herêma El-Melehe ya bajarê El-Erîş bi cih kirine, pêk anî.

Wekaletê destnîşan kir ku di operasyonê de çekdaran gule ber bi hêzên ewlekariyê ve reşandin. Şer di navbera her du aliyan de derket. Di encama wê de 12 çekdar hatin kuştin. Wekaletê diyar kir ku hêzên ewlekariyê di bargeha çekdaran de gelek çek û cebilxane dîtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Misrê ji meha Sibatê ve bi armanca tunekirina komên çekdar ên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê operasyonan dest pê kiriye.

(bx)