‘Diyalogên Sûrî-Sûrî di vê pêvajoyê de gavên girîng in‘

Endamê Komeleya Catholic û Buroya MSD‘ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Josef Qebelan tekezî li ser girîngiya xurtkirina diyalogên Sûrî-Sûrî kir û bang li aliyên Sûriyeyê kir û beşdarî kongreyên hundirîn ên çareserkirina aloziyê bibin. Qebelan got ku kongreyên derve tu encamê nagirin.

‘Diyalogên Sûrî-Sûrî di vê pêvajoyê de gavên girîng in‘
12 tebax, 2018   08:11

ARŞÎN NECAR / HELEB

Endamê Komeleya Catholic û Buroya MSD‘ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Josef Qebelan li ser girîngiya diyalogên Sûrî-Sûrî ji ajansa me re axivî.

Josef Qebelan di destpêka axaftina xwe de îşaret bi civînên li derveyî Sûriyeyê yên di bin navê çareserkirina aloziya Sûriyeyê de kir û wiha got: "Hemû civîn û kongreyên ne li ser xaka Sûriyeyê hatine lidarxistin, mîna Cinêv û Astanayê tu çareserî ji bo gelê Sûriyeyê neanîne. Hemû civînên ku li Sûriyeyê werin lidarxistin, li Şamê be, Qamişlo, Hesekê, Idlib û Efrînê be  em erênî dibînin û silav dikin, her wiha em amade de ne tev lê bibin."

Qebelan di berdewama axaftina xwe de hevdîtinên wan bi rêjîma Sûriyeyê re li Şamê wek gaveke erênî nirxand û got ku ji ber ku hemû civînên li derveyî Sûriyeyê têne lidarxistin hemû alî nayên beşdarkirin û doza gelê Sûriyeyê çareser nake, ji ber ku gelê Sûriyeyê yek e.

Qebelan bang li hemû pêhateyên Sûriyeyê kir ku beşdarî civîn û diyalogên Sûrî-Sûrî bibin.

Endamê Komeleya Catholic û Buroya MSD‘ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Josef Qebelan di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser dagirkirina Tirkiyeyê ji Sûriyeyê û bang li gelê Sûriyeyê kir ku li hemberî dagirkeriyê yekrêziya xwe xurt bikin û ev tişt anî ziman: "Sûriye hatiye dagirkirin, divê em dagirkeran biqewitînin. Ji bo ku em karibin vê yekê bikin divê em hevgirtina xwe xurt bikin û rê nedin mudaxeleyên derve û yên Dewleta Osmanî (tirk)."

(bb/ew)

ANHA