Bi wêneyan.. Minbicê piştî du salan ji rizgarkirinê

Îro salvegera duyemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ'ê ye. Piştî du salan ji rizgarkirinê gelek dîmen û diyardeyên di bajêr de hatin guhertin û hin dîmen jî hêjî dîmenên şer vedibêjin.

12 tebax, 2018   05:44

CUMA MIHEMED – ŞÎLAN MIHEMED /MINBIC

Di wêneyên ku nûçegihanên ajansa me ANHA'yê wergirtine de, gelek aliyên jiyana bajêr ku di van du salên dawî de gelekî pêşve çûye, tên vegotin.

Wêne 1

Kolana El-Seraya di dawiya wê de mêvanxaneya bajêr û mizgefta mezin diyar dibe.

Wêne 2

Firoşkarekî bazara sebzeyê xwest wêneyê wî bête kişandin.

Wêne 3

Deriyê başûr ê bazara banîkirî. Ev bazara yek ji navdartirîn bazarên herêmê ye û têde hemû pêdiviyên jiyanê tên firotinê.

Wêne 4

Wêneyekî din a bazara banîkirî.

Wêne 5

Deriyê sereke ya bazara banîkirî, li vir cilûberg li rez zêr tên firotin. Ev derî ber bi kolana El-Seraya ve derdikeve.

Wêne 6

Du jin pêdiviyên xwe ji bazarê werdigirin.

Wêne 7

Mêvanxaneya Minbicê, yek ji deverên navdar di bajêr de ye. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve rastî gelek ziyanan hatiye. Balefirên rêjîmê êrîşî wê kirin. Piştre çeteyên DAIŞ'ê jî li wê temam kirin. Piştî bajar hate rizgarkirin rêveberiya sivîl a bajêr jinû ve sererast kir, weke ku niha diyar dibe.

Wêne 8

Komeke zarokan bi fotbulê dilîzin. Li vir çeteyên DAIŞ'ê jin kevir dikirin (recim), çeteyan her wiha li vir gelek welatiyên sivîl serjê kirin û destên wan jêkirin. Niha careke din jiyan li vir hate vejandin û bi welatiyan û siwareyan dagirtî ye.

Wêne 9

Endamekî polîsa trafîkê hatûçûnê birêxistin dike û endamekî Asayîşa Leşkerî çavdêriya bazarê dike.

Wêne 10

Kolaneke bajarê Minbicê, li vir gelek motoskilêtên welatiyan diyar dibin. Ji ber qerebalixiyê welatî nikarin siwareyên xwe bikar bînin û neçar dimînin ku bi motoskilêtan tevbigerin.

Wêne 11

Riya Cizîrê, deriyê rojhilatê bajarê Minbicê

Wêne 12

Tevgereke avahîsaziyê ya ber biçav li bajêr jiyan dike. Gelek avahiyên hilweşandî ji nû ve tên avakirin. Her wiha gelek avahiyên nû tên avakirin. Di encamê de buhaya kirê ya xanûberan bi giştî bilind bûye.

Wêne 13

Şopên şer û pevçûnan piştî du salan ji rizgarkirinê

Wêne 14

Welatiyek bi keser û eşkere cixareyê dikişîne, piştî ku di serdema dagirkeriya DAIŞ'ê de kişandina cixareyan qedexe bû.

Wêne 15

Wêneya welatiyên Minbicê ku di hemleya rizgarkirina Minbicê şehîd bûne.

Wêne 16

"Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê re" durişmeyeke li ser dîwarên bajêr hatiye nivîsandin.

Wêne 17

Çerxeriya El-Delê ya taxa El-Sirb ku taxa dawî di bajêr de ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve di dawiya hemleya rizgarkirinê de hatiye rizgarkirin. Şopên hilweşandî têde diyar in.

Wêne 18

Wêneyekî bazara sebzeyê ya bajêr. Qerebalixî ber biçav e û tevgera di bazarê de dijwar e.

Wêne 19

Rêya Helebê ji banî ve.

ANHA