Komîteya Lihevanînê du êl li hev anîn

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi hevkariya Meclisa Êlên Kurdan û Komîteya Lihevanînê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êla El-Xewatnê û êla El-Cibûr li hev anîn.

Komîteya Lihevanînê du êl li hev anîn
Komîteya Lihevanînê du êl li hev anîn
Komîteya Lihevanînê du êl li hev anîn
Komîteya Lihevanînê du êl li hev anîn
Komîteya Lihevanînê du êl li hev anîn
Komîteya Lihevanînê du êl li hev anîn
Komîteya Lihevanînê du êl li hev anîn
Komîteya Lihevanînê du êl li hev anîn
11 tebax, 2018   15:19

HESEKÊ

TEV-DEM‘ê bi armanca lihevanîna êla El-Xewatnê û êla El-Cibûr ku ji beriya du mehan nakokî di navbera wan de derketibû bi civînekî li hev anîn.

Civîna lihavanînê li gundê Um Hicêra yê girêdayî navçeya Holê ya Kantona Hesekê hate lidarxist.

Di civînê de, nûnerên Meclisa Êlên Kurd, Meclisa Rûspiyan a Hesekê Cemal Xelef Biro, Şêxê Eşîreya El-Cibûr Fewaz El-Zobai, nûnerê TEV-DEM‘ê û endamê Partiya Sûriyeyê Pêşerojê Ebdulfetah Fatimê, nûnerê têkiliyên QSD‘ê Rozad Zavê, berpirsê Komîteya Têkiliyan a Holê Demhat Koçer, nûnerê MSD‘ê Şêxmûs Ehmed nûnerên êlên El-Şumar û El-Şerabî û Meclisa deste û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê rêveber ê MSD'ê Şêxmûs Ehmed axivî û got: "Bi saya Komîteya Lihevanînê ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hatibû erkdar kirin, bi lez du êl li hev hatin. Em lihevanînê beşek ji diyaloga Sûrî- Sûrî dibînin. Divê diyaloga Sûrî-Sûrî were li dar xistin û hemû pêkhateyên Sûriyeyê tevlî bibin da rê li ber aloziya Sûriyeyê û nakokiyên êlan bê girtin".

Piştre bi navê êla El-Xewatnê Şêxê Hec Mehmûd El-Mûsa axivî û got:" Em di rojek xêrê de li hev civiyane û lihevanînê li her du êlan pîroz dikim. Em weke êla El-Xewatne spasiya hemû kesên ku lihevanîn pêkanîna dikin".

Endamê Meclisa Rûspiyên Êlan ê Hesekê Şêx Fewaz El-Zewbai spasiya Komîteya Lihevanînê kir û hêviya vegera aramiyê di nav bera her du êlan xwest.

Endamê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebdulfetah Fatimê naveroka peymana lihevanînê xwend.

Di dawiyê de şêxên her du êlan li hember hemû beşdaran li hev hatin û girîngiya lihevanînê vegotin.

(şx)

ANHA