Xwaringeha Eyn Îsa jinûve hat vekirin

Rêveberiya Kampa Eyn Îsa xwaringeha kampê ji nû ve vekir, piştî ku çend rojan hatibû girtin.

Xwaringeha Eyn Îsa jinûve hat vekirin
Xwaringeha Eyn Îsa jinûve hat vekirin
Xwaringeha Eyn Îsa jinûve hat vekirin
11 tebax, 2018   15:28

GIRÊ SPÎ

Rêveberiya Kampa Eyn Îsayê ji ber derengmayîna pêşkeşkirina alîkariyan ji aliyê rêxistinên ve xwaringeh ji bo 4 çend rojan girtibû.

Rêveberiya kampê îro bi hevkariya Rêxistina Alîkariyê ya Sûriyeyê û Komeleya Xêr xwaringeha kampê ji nû ve vekir.

Xwaringeh rojana nêzî 5 tonên madeyên xwarinê pêşkeş dike û 6 hezar torbeyên nan li 13 hezar koçberan belav dike. Di xwaringehê de 50 karker ji koçberên kampê dixebitin.

Berpirsê xwaringehê Sedam El-Hesen diyar kir ku ji ber girtina xwaringehê koçber bi gazinc bûn.

(şx)

ANHA