MSD'ê rêziknameyek nû ji dibistanan re pejirand

Boruya Perwerde û Fêrkirinê ya MSD'ê ji bo rêxistinkirina xebatên perwerdeyê bi endamên komîteyên girêdayî wê yên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Mibincê re civiya. Di civînê rêziknamyeke nû hate pejirandin.

MSD'ê rêziknameyek nû ji dibistanan re pejirand
MSD'ê rêziknameyek nû ji dibistanan re pejirand
MSD'ê rêziknameyek nû ji dibistanan re pejirand
11 tebax, 2018   14:36

GIRÊ SPÎ

Civîn îro li avahiya MSD'ê ya navçeya Eyn Îsa hat lidarxistin.

Hevserokên Buroya Perwerde û Fêrkirinê ya MSD'ê Receb El-Mişeref û Nesrîn Diko û nûnerên buro û komîteyên perwerdê yên bajarên Tebqa, Dêrazor, Reqa û Minbicê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre rêziknameya nû ya dibistanan hate xwendin û deriyê nîqaşan ji beşdaran re hat vekirin.

Piştî bersîvdayîna pirsan û girtina nêrîn û pêşniyaran rêzikname ji aliyê beşdaran ve hat erêkirin.

Têkildarî civînê Hevseroka Buroyê Nesrîn Diko ji ajansa me re axivî û ev tişt anîn ziman rêzikanemaya dibistanan ji aliyê rêveberiyên dibistanên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê ve hate dayîn xweseriya her herêmekê di ber çavan re derbas dike.

Nesrîn Diko destnîşan kir rêziknameya dibistanan li hemû herêmê yek e.

Di rêziknamyê de pergala xebatên dibistanan, dema destpêkê û bidawîbûna dewamê, erk û mafên mamosteyan, dema sala perwerdê û qanûnên giştî yên mamosteyan hatine diyar kirin.

Di rêzikanameyê de bikaranîna tundiya fizîkî û dirûmî li dijî xwendekaran qedexe ye, mafê mamoste heye ku di salê de 15 rojan destûr bigire, sala perwerdeyê  4 meh in. Li gorî rêziknameyê qedexe ye ku perwerde ji bo berjewendiyên kesayetî were bi karnîn.

(şx)

ANHA