Parastgeha Mizgeft dar û sewalên li ber tunebûnê diparêze

Bendava Mizgeft a ku dikeve bakurrojhilatê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo, piştî ku Rêveberiya Giştî ya Parastgehan nêzî 10 hezar dar çandin û hindek cureyên firindeyên ku bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû ne anîn, bendav veguhest parastgehekê.

Parastgeha Mizgeft dar û sewalên li ber tunebûnê diparêze
Parastgeha Mizgeft dar û sewalên li ber tunebûnê diparêze
Parastgeha Mizgeft dar û sewalên li ber tunebûnê diparêze
Parastgeha Mizgeft dar û sewalên li ber tunebûnê diparêze
Parastgeha Mizgeft dar û sewalên li ber tunebûnê diparêze
11 tebax, 2018   06:28

KADAR IBRAHÎM/QAMIŞLO

Bendava Mizgeft li herêma Cerehê 10 km li bakurrojhilatê navçeya Tirbespiyê ye. Şêniyên navçeyê bendav weke seyrangeh dibînin û serdana wê dikin.

Rêveberiya Giştî ya Parastgehan a girêdayî Karîgeriya Çandiniyê ya Kantona Cizîrê di sala 2015'an de bendav weke parastgehek xwezayî ragihandibû û li ser wê rêveberî dest bi kar kir.

Rêveberiyê di gava xwe ya yekemîn de hezar darên merxan di nav parastgehê de çand. Di navîna sala 2018'an de hejmara darên ku hatin çandin gihaşt 10 hezar darên cur bi cur. Jê; darên berhamdar weke mişmiş, menga, hinar, behîv, zeytûn û her wiha tirî û hin cure darên daristanî.

Rêveberiya Giştî ya Parastgehan 4 kes ji bo avdana daran û reşandina semad û dermanan erkdar kir. Endezyarên çandiniyê her 3'ê heftan carekê çavdêriya parastgehê dikin.

Ji bo parastina hin cureyên firindeyan ên ku bi metirsiya tunebûnê re mane, rêveberî hejmarek çûk di nav parastgehê de berdan.

Berpirsê parastgehê Ebdulrehîm Elî diyar kir ku ew niha ji bo avakirina meştelek taybet ji bo darên berhemdar dixebitin. Elî got ku ew ji bo avdana daran avê bendavê bi kar tînin.

Karîgeriya Çandiniyê nêçîra masî, çûk û kêvroşkan di nav parastgehê de qedex kiriye. Elî bang li hemû welatiyên ku serdana parastgehê dikin kir ku parastina daran û paqijiya parastgehê bikin.

(şx)

ANHA