Ji bo salvegera Nûbar Ozanyan merasîmek pêk hat

Fermandarê TKP/ML-TIKKO ku li herêma Serêkaniyê şehîd bûbû, di dêra ermenan a Qidîsa Hikob de hate bibîranîn.

Ji bo salvegera Nûbar Ozanyan merasîmek pêk hat
Ji bo salvegera Nûbar Ozanyan merasîmek pêk hat
Ji bo salvegera Nûbar Ozanyan merasîmek pêk hat
Ji bo salvegera Nûbar Ozanyan merasîmek pêk hat
10 tebax, 2018   11:13

HESEKÊ

Salvegera yekemîn a şehadeta fermandarê TKP/ML-TIKKO Ozanyan (Orhan) bi tevlêbûna partiyên siyasî, leşkerî û bi dehan welatiyên bajarê Serêkaniyê pêk hat.

Merasîma salvegerê bi nimej û sirûdên ermenan dest pê kir. Piştre, bi navê TKP/ML-TIKKO fermandar Cemîl Rojava axivî û da zanîn ku şehîd Orhan beşdarî hemû şoreşên li Ermenya, Filistîn û Rojava bû û bi hemû hêza xwe li dijî terorê şer kir û armanca wî rizgarkirina gelan ji zilma sîstemên faşîst bû û wiha pê de çû: “Em çi qas behsa lehengiya wî bikin em ê kêm bimînin. Orhan ji bo gelên bindest û gelên azadîxwaz têkoşîn dikir, ji bo vê yekê  tev li tevgerên azadiyê bû, da ku li dijî faşîzmê xizmeta mirovahiyê bike.ʺ

Fermandarê TKP/ML-TIKKO Nûbar Ozanyan (Orhan) di Tebaxê 2017`an de li herêma Serêkaniyê şehîd bûbû.

(ekîb)

ANHA