Topbarana li ser gundewarên Hamayê didome

Topbarana hêzên rêjîmê li ser gundewarên Hemayê, sêkoşeya Cisir El-Şixûrm, Sehil El-Xab û gundewarên Laziqiyê didome. Her wiha li beyara Siwêdayê û di dema ku di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ`ê de lihvkirinên veşartî têne lidarxistin de, aramiyek heye.

Topbarana li ser gundewarên Hamayê didome
10 tebax, 2018   11:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Tobarana hêzên rêjîma Sûriyeyê li ser gundewarên Hemayê didome. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku zêdetirî 165 topên rêjîmê ji duh ve li ser bajarokê El-Letamnê yê gundewarên bakurê Hemayê ketine. Her wiha ji şevê din ve bajarokê  Kefer Nebûde û gundê El-Sexir ên gundewarên bakurê Hemayê bi moşekan têne bombebarankirin.

Li gorî navenda çavdêriyê zêdetirî hezar û 880 top û moşekên rêjîma Sûriyeyê li ser herêmên bakurê gundewarên Hemayê, aliyê bakurê rojava û bakurê rojhilat di nava 34 rojên dawîn de ketine. Topbaran li ser gundewar û bajarokên gundewarên El-Hemewî yên bakur mîna El-Letamne û Kefer Zîta, Hesraya, El-Zekat, El-Cenabre El-Bane, Marekbe, El-Siyad, Til Osman, Hewaş û hindek herêmên din hate kirin.

Her wiha hêzên rêjîmê sêkoşeya Cisir El-Şixûr, Sehil El-Xab û gundewarên Laziqiyê hedef girt. Navenda Çavdêriyê diyar kir ku ji şeva Pênşemê û saetên sibê Kebane ya Cebel El-Ekrad û Cebel El-Tirkmên ên gundewarên bakurê Laziqiyê hatin topbarankirin.

Herî dawî hêzên rêjîmê alîkariyên leşkerî ber wê herêmê ve şandin. Bi vê yekê çavdêran diyar kir ku hêzên rêjîmê dê li herêmên Idlibê yên di bin serweriya komên çete yên ku alîkariya xwe ji dewleta tirk a dagirker digirin, dest bi operasyonên leşkerî bike.

Her wiha li rojhilat û bakurê rojhilatê beyara Siwêdayê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyan DAIŞ`ê de bêdengiyek heye. Ev bêdengî piştî ku operasyonên leşkerî ji aliyê hêzên rêjîmê ve di nava 48 saetan de li herêmê, hat.

Çeteyên DAIŞ`ê di 25`ê Tîrmehê de êrîşî Siwêdayê kir. Di encama wê de nêzî 260 kesî jiyana xwe ji dest da, her wiha çeteyan nêzî 30 kes ji şêniyên Siwêdayê, di nav de 14 jin, revandin.