Pirsgirêka kehrebeyê ya şêniyên Efrînê yên li Şehbayê çareser dibe

Şaredariya Gel a navçeya Fafîn a herêma Şehbayê bi hevkariya komîna gundê Xirnata, kehrebe ji şêniyên gund re peyda kir.

Pirsgirêka kehrebeyê ya şêniyên Efrînê yên li Şehbayê çareser dibe
Pirsgirêka kehrebeyê ya şêniyên Efrînê yên li Şehbayê çareser dibe
Pirsgirêka kehrebeyê ya şêniyên Efrînê yên li Şehbayê çareser dibe
10 tebax, 2018   08:48

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Ji ber dagirkirina Efrînê ji aliyê dagirkeriya tirk û çeteyên wê ve, şêniyên Efrînê neçar man ku ji malên xwe derkevin û li gund û bajarokên kantona Şehabyê bi cih bûn. Li gundê Xirnata destpêkê şêniyan ji ber kêmxizmetên bingehîn wekî av û kehrebeyê, zehmetî kişandin.

Şaredariya Gel û komînan xebatên xwe zêde kirin û xebatên xizmetguzariyê ji şêniyan re pêşkêş kirin. Ji xebatên xizmetguzariyê yên herî dawî, beriya 10 rojan jeneratorek ji şêniyên gund re peyda kirin.

Jenerator bi hêza 100 kw û bi karîna belavkirina 450 ambêr dixebite. Her wiha 4 karkerên şaredariyê ji bo dirêjkirina xetên kehrebeyê (ceryan) dixebitin.

Şaredarî 220 ambêr dê belav bike, yanî her malek ambêrek. Li gorî berpirsan heta niha 75 ambêr hatine balavkirin. Jenerator rojane ji demjimêr 19:30 heta 23:30’yê êvarê dixebite.

Girêdayî mijarê endamê Komîteya Xedemî ya Komîna Xirnata Betal Ebdî ji ajansa me re axivî û wiha got: "Armanca me peydakirina pêdiviyên şêniyan e. Piştî 4 mehan şaredarî bi alîkariya şêniyan jenerator peyda kir."

Ebdî di dawiya axaftina xwe de desnîşan kir ku werşeyên kar di xebatên dirêjkirina xetên kehrebeyê de ji malan re berdewam in.

 (şx)

ANHA