Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bidawîbûna sala perwerdeyê pîroz kirin

Rêveberiya Dibistana Til Rifet a girêdayî kantona Şehbayê bi hevkriya Yektîya Ciwanên Rojava şahiya bidawîbûna sala perwerdeyê li dar xist.

Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bidawîbûna sala perwerdeyê pîroz kirin
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bidawîbûna sala perwerdeyê pîroz kirin
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bidawîbûna sala perwerdeyê pîroz kirin
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bidawîbûna sala perwerdeyê pîroz kirin
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bidawîbûna sala perwerdeyê pîroz kirin
Xwendekarên Efrîn û Şehbayê bidawîbûna sala perwerdeyê pîroz kirin
9 tebax, 2018   19:57

ŞEHBA

Xwendekarên Efrîn û Şehbayê yên asta navîn û amadehî sala perwerdeyê bi dawî kirin.

Rêveberiya Dibistana Til Rifet bi hevkariya Yekîtiya Ciwanên Rojava bi boneya bidawîbûna sala perwerdeyê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de, xwendekar û malbatên wan û endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava amade bûn.

Di şahiyê de, Rêveberê Yekîtiya Ciwanên Rojava Tolhildan Efrîn bidawîbûna sala perwerdeyê pîroz kir û anî ziman ku rexmî şert û mecên zehmet ku derbas bûn, perwerde bi serkeftî derbas bû.

Rêvebera Yekîtiya Xwendekarên Kantona EFrînê Dunya Şêx jî axivî û destnîşan kir ku rexmî êrîşên dagirkeirya Tirkiyê û çeteyên wê yên li ser Efrînê û qutbûna xwendekaran demekê ji perwerdeyê xwendekaran perwerdeya bi serkeftî bi dawî kirin.

Piştî axaftinan, komên dîlanan û mûzîkê tabloyên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha şanobi navê "Demokrasiyê" û "Fermana Şengalê" jî hatin pêşkêşkirin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

ANHA