YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 9 şervanên YPG û YPJ`ê ku di berxwedana Cezaayê ya sala 2014`ê an de şehîd bûbûn, aşkera kirin.

YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
YPG`ê nasnameyên lehengên berxwedana Cezaayê aşkera kirin
9 tebax, 2018   12:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê wiha ye:

ʺPêvajoya Şoreşa Rojava ku 7 sal bi berdêlên giran û bi têkoşîneke mezin bûye şahida berxwedanekê ku di dîrokê de kêm hatiye dîtin. Yek ji van berxwedanên mezin jî di sala 2014’an meha Tebaxê de girêdayî kantona Cizîrê li Cezaayê de di şerekî mezin ê 10 rojan de derketiye pêş. Di vê pêvajoyê de ku çeteyên DAIŞ’ê bajarê Mûsilê dagir kiribû û amadekariyên dagirkirina Şengalê dikir, DAIŞ`ê dixwest korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Şengalê de bigire, bi girtina Cezaayê jî dixwest qirkirina li ser gelê Şengalê temam bike. Çeteyên DAIŞ’ê li Mûsil û herêmên din ku dagir kiribûn, bi hezaran çeteyan ve û bi her cure çekên giran di 19’ê Tîrmehê de êrîşî Cezaayê kiribû. Li hemberî êrîşa bi hezaran çeteyan û çekên giran, şervanên me bi kêmderfetî û bi çekên ferdî 10 rojan bi awayekî fedaiyane şerê têkoşînê da meşandin. Bi pêkhatina berxwedanê re çete negihaştine armancên xwe û canê bi hezaran gelê me jî di vê berxwedana bi heybet de hatiye rizgarkirin. Derbeya herî giran ku DAIŞ`ê xwariye, cîhê yekemîn jî Cezaa ye.

Rihê qehremantiyê yê vê berxwedanê bi rihê xeta fedayî ya Apoyî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê  derketiye holê û bi vî rihî çeteyên DAIŞ’ê paşde gav avêtin. Em 9 hevalên xwe yên ku di vê berxwedana mezin de bi awayekî fedaiyane şer kir û gihaştine şehadetê, bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Ji ber şert û mercên şer em neçar mane ku nasnameyên van 9 hevalên xwe di vê pêvajoyê de aşkera bikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ne:

Nasnav: Agir Hêja
Nav û Paşnav: Orhan Demîr
Navê Dayikê: Nûbar
Navê Bav: Abuzer
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19 Tebax 2014

******

Nasnav: Avaşîn Tolhildan
Nav û Paşnav: Muhbet Tokdemîr
Navê Dayikê: Remziye
Navê Bav: Mehdî
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

*****

Nasnav: Avînar Edessa
Nav û Paşnav: Suzan Yaman
Navê Dayikê: Xedîce
Navê Bav: Hisên
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

*****

Nasnav: Cûdî Efrîn
Nav û Paşnav: Sebîh Ardin
Navê Dayikê: Hediye
Navê Bav: Reşîd
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

*****

Nasnav: Firat Zagros
Nav û Paşnav: Abdulqadir Akkuş
Navê Dayikê: Rabîa
Navê Bav: Eyûb
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

*****

Nasnav: Harun Koçer
Nav û Paşnav: Mehmet Sagli Çagli
Navê Dayikê: Behiye
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

*****

Nasnav: Jîn Sêrt
Nav û Paşnav: Zelal Gûneş
Navê Dayikê: Menekşe
Navê Bav: Senedîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19 Tebaxê 2014

*****

Nasnav: Nuda Karker
Nav û Paşnav: Vahîde Aladag
Navê Dayikê: Şekernaz
Navê Bav: Adil
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / 19 Tebax 2014

*****

Nasnav: Rêzan Cûdî
Nav û Paşnav: Egîd Çapan
Navê Dayikê: Keser
Navê Bav: Mehmud
Cih û Dîroka Şehadetê: Cezaa / Gundê Ekreş Sefan / 23 Tebax 2014

Em di serî de şehîdên Cezaayê ku her kêliya têkoşîna Şoreşa Rojava bi fedekariyên mezin ava kirine û hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin, em soza dilsoziya bîranînên wan heya gihandina serkeftinê dubare dikin.ʺ

(kc)