Li Dêrîkê pêngava paqijkirina kolanan

Bi dirûşma ’Mil bi mil em bajarê xwe paqij bikin' endamên meclisê, Şaredariya Gel, saziyên civaka sivîl ên navçeya Dêrikê tev li pêngava paqijkirina kolanên bûn.

Li Dêrîkê pêngava paqijkirina kolanan
9 tebax, 2018   13:50

QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Dêrîkê pêngava paqijkirina kolanên navçeyê organize kir. Pêngav ji ber avahiya şaredariyê dest pê kir. Di çarçoveya pêngavê de kolanên sûkê, qada Şehîdan û qada Azadî hatin paqijkirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Dêrîkê Rojîn Çeto got ku şaredarî mehane pêngava paqijkirina orgenîze dike û anî ziman ku armanca pêngavê ew ku şênî bêtir xweşikbûna bajarê xwe bi parêzin û destekek derûnî bidin karkerên hawirdorê.

Rojîn di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku bi karkerên paqijiyê bikin hevkar û spasiya kesên ku beşdarî pêngavê bûne kir .

(şx)

ANHA