Li kampa Eyn Îsa pergaleke kollektîf û komînal

Rêveberiya Karûbarên Koçberên Kampa Eyn Îsa ku zêdetirî 13 hezar koçber tê de bi cih bûne, bê navber xebatên koçberan li hundirê kampê û li derve dimeşîne û her wiha pirsgirêkên koçberan bi rêya Komîteya Lihevanînê ku ji çînên cuda yên Sûriyeyê pêk tê, çareser dike.

Li kampa Eyn Îsa pergaleke kollektîf û komînal
Li kampa Eyn Îsa pergaleke kollektîf û komînal
Li kampa Eyn Îsa pergaleke kollektîf û komînal
Li kampa Eyn Îsa pergaleke kollektîf û komînal
Li kampa Eyn Îsa pergaleke kollektîf û komînal
Li kampa Eyn Îsa pergaleke kollektîf û komînal
Li kampa Eyn Îsa pergaleke kollektîf û komînal
Li kampa Eyn Îsa pergaleke kollektîf û komînal
8 tebax, 2018   08:37

MEED SELÛM - GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Di nav qerebelixa kampa Eyn Îsa û hejmara zêde ya koçberên ku lê bi cih bûne de, rêveberiya kampê ji bo peydakirina hemû pêdiviyên koçberan û hêsankirina kar û barên wan li kampê û derveyî kampê bi awayekî cidî dixebite. Her wiha bi koordîneya Komîteya Lihevanînê ya ku ji koçberan pêk tê, hemû pirsgirêkên wan çareser dike.

Li kampê 2 hezar û 700 kon hatine vedan. Kamp bi awayê beşan hatiye birêxistinkirin. Her beşek ji 5 blokan pêk tê û her blokek ji 20 konan ava bûye. Her wiha ji bo her beşekê komînek hatiye avakirin.

Rêveberiya kampê

Rêveberiya kampê bê navber ji bo hêsankirina meşandina kar û barên koçberan ji derketin û têketina kampê, peydakirina derfetên kar ji bo wan di rêxistinên xedemî û mirovî de, serdanên hundir û derveyî kampê û her wiha pêşkêşkirina kartên kar ên bê pere ji bo ku koçber karibin bi serbestî bi armanca kar ji kampê derkevin û beyî ku aliyek mudaxeleyî wan bike, dixebite.

Rojane 6 hezar tûrikên nan, xwarin û fêkî li koçberan tên belavkirin.

Serokê Komîteya Karûbarên Koçberan a Kampa Eyn Îsa Celal El-Eyaf got ku ji bo hêsankirina çûn û hatina koçberan dixebitin û her wiha bi hevkariya Konseya Bilind a Karûbarên Koçberan û Rêxistina Bilomint wek hevkar ji bo peydakirina rêxistinên ku alîkariya koçberan bikin û ji bo meşandina xebatên xedemî, dixebitin.

Komîteya Lihevanînê

Komîteya Lihevanînê di Adara sala borî de hat avakirin. Komîte ji 13 kesên temenmezin û di nav koçberan de tên pejirandin, pêk tê.

Komîteya Lihevanînê tevî iraqiyan, ji çînên cuda yên herêmên Sûriyeyê pêk tê. Komîte dabeşî beşa gazinc, koordîne û ya jinan dibe. Komîte hefteyê carekê ji bo nirxandina rewşa kampê û diyarkirina dozên ku hatine çareserkirin û dozên ku nehatine çareserkirin li hev dicive û dikin rapor û ji rêveberiya kampê re bi rê dike.

Komîteya Koordîneyê, di navbera endamên Komîteya Lihevanînê û koçberan de koordîneyê pêk tîne. Hejmara pirsgirêkên kampê dihejmêre û her wiha pirsgirêkên ku divê yekser çareser bikin, destnîşan dike.

Komîteya Gazincê, gilî û gazinên koçberan digire û hewl dide çareser bike.

Komîteya Jinan, pirsgirêkên jinên koçber bi rêya koordîneya Mala Jinan a kampê çareser dike.

Heta niha hejmara dozên ku Komîteya Lihevanînê çareser kirine, gihaşt zêdetirî 200’an û yên herî sereke pirsgirêkên berdan, wergirtina alîkariyê û her wiha pirsgirêkên ku di navbera koçberan de ku beriya koçber bibin çêbûne jî komîte çareser dike.

Koçberê iraqî yê bi navê Ebû Ehmed serokê Komîteya Lihevanînê ye. Ebû Ehmed got ku ew ji aliyê endamên meclisê û kalên kampê ve hate hilbijartin û wiha got: "Ez ji bo serokatiya komîteya ku ji hemû çînên herêmên Sûriyeyê û ji deverên cude pêk tê, mîna Reqa, Dêrazor, Hims, Heleb, Idlib û her wiha koçberên iraqî jî hatim hilbijartin.”

Ebû Ehmed tekez kir ku wan heta niha zêdetirî 200 doz di nav kampê de berî ku pirsgirêk mezin bibe, çareser kirine û her wiha ew bi rêya daxwaznameyên fermî dikarin pirsgirêkên derveyî kampê çareser bikin. Her wiha Ebû Ehmed diyar kir ku Komîteya Lihevanînê dema wefatê jî mesrefa mirinê li xwe digirin. 

Ebû Ehmed di dawiya axaftina xwe de banga vekirina buroyeke fermî ji komîteyê re û her wiha eyarkirina erebeyekî ji bo karibin di nava kampê de tev bigerin, kir.

Berpirsa Beşa Jinan a Komîteya Lihevanînê Cemîle Mihemed Elî ji koçberên Reqayê ye, doz û pirsgirêkên jinan çareser dike û diyar kir ku piraniya pirsgirêkan, pirsgirêkên malbatî ne.

Her wiha Cemîle destnîşan kir ku dema pirsgirêkek çareser nebe dê vediguhêze Mala Jinan a kampê.

Koçberê bi navê Îsa El-Mensî ji bajarê Dêrazorê ye û berpirsê Beşa Gazincan a Komîteya Lihevanînê ye. El-Mensî wiha got: "Komîteya Gazincan ji bo mezlûman edaletê bi cih tîne."

Ji aliyê xwe ve koordînatorê Komîteya Lihevanînê Abdulhemît El-Abd yê ji Himsê xuya kir ku karê wan koordînekirina di navbera endamên komîteyê de ye. Eger pirsgirêkek bê çareserî ma, bi rêveberiya kampê û aliyên dadgehî yên derveyî kampê koordîne dikin û pirsgirêkê çareser dikin.

(şx/ew)

ANHA