Çete êzidiyên Efrînê bi zorê dişînin mizgeftan û malên elewiyan jî dikin mizgeft

Çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta tirk a dagirker zarokên êzidî bi darê zorê dişînin mizgeftan. Her wiha çeteyên bi navê Ketîba El-Hemzet jî dibistan û hin malên sivîl ên elewiyan jî dikin mizgeft.

Çete êzidiyên Efrînê bi zorê dişînin mizgeftan û malên elewiyan jî dikin mizgeft
8 tebax, 2018   08:33

EFRÎN

Çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker, kiryarên guherandina demografî û asîmîlekirina gelê Efrînê berdewam dike. Çeteyan ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve hemû cih û warên dîrokî û pîroz ên êzidî û elewiyan tarûmar kirine, niha jî ji bo tevahî asîmîlekirinê, misilmantiyê li ser êzidî û elewiyên di herêma Efrînê de ferz dikin.

Ji aliyekî ve çeteyên Feyleq El-Şam ên girêdayî dewleta tirk zarokên êzidî bi darê zorê dişînin mizgeftan, li aliyê din jî çeteyên Ketîba El-Hemzet jî dibistan û hin malên elewiyan dikin mizgeft û dibistanên şerîetê.

Feylaq El-Şam zarokên êzidî bi zorê dibin mizgeftan

Li gor agahiyên ku çavkaniyekê herêmî ragihandine, çeteyên koma Feyleq El-Şam a girêdayî dewleta tirk, li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa zarokên êzidî ji malan derdixin û bi zorê dibin mizgeftê, li ser misilmantiyê ders tên dayîn û Quranê fêrî wan dikin. Çavkanî destnîşan kir ku kesê bi navê X.K. ku nexwest zarokên xwe bişîne mizgeftê li gund rastî îşkenceya çeteyan hatiye. Hat ragihandin ku çeteyan jineke ciwan a êzidî ku navê wê nehat zanîn, revand û agahî jê tune ne.

Kiryarên asîmîlasyonê ne tenê li ser êzidiyan, di heman demê de li ser elewiyên herêma Efrînê jî tên meşandin. Çeteyên koma bi nave Ketîbeya El-Hemzet jî dibistana gundê Kaxrê ya girêdayê navçeya Mabata zivirandiye dibistaneke şerîayî û tenê dersa ola îslamî tê dayîn. Her wiha li gorî agahiyan çeteyan mala kesê elewî yê bi navê Henan Ereba jî kiriye mizgeft û tê de dersa îslamê tê dayîn. 

Hat destnîşankirin ku di heman herêmê de 3 xaniyên aîdê elewiyan ên ji herêmê hatine derxistin jî ji bo bizivirînin mizgeft an jî dibistana şerîayî, amadekarî tên kirin.

(kc)

ANHA