Cotkarên Reqayê xisarên xwe qerebû kirin

Di encama lehiyên di destpêka havînê de li herêma Reqayê pêk hatin de, mewsîma genim gelek ziyan dît. Ji ber wê cotkarên Reqayê xisarên xwe bi çandina sebzeyên havînê qerebû kir.

Cotkarên Reqayê xisarên xwe qerebû kirin
Cotkarên Reqayê xisarên xwe qerebû kirin
Cotkarên Reqayê xisarên xwe qerebû kirin
Cotkarên Reqayê xisarên xwe qerebû kirin
Cotkarên Reqayê xisarên xwe qerebû kirin
8 tebax, 2018   08:06

EHMED El-ESAF / REQA

Mewsîma genim ku mezintirîn mewsîmên çandiniyê li Reqayê tê hesbandin û ya ku şêniyên Reqayê debara xwe pê dikin, ji ber barîna barana ya zêde di gulana borî de lehî rabûn di encamê de mewsîma genim kufik bû û berhem kêm bû.

Ji bo qerebûkirina xisarê, cotkarên bajêr û gundewarên Reqayê berhemên havînê diçînin mîna zebeş, sebze, garis û pembo.

Li gorî cotkaran berhema her dinomek ji garisê 600 kg e, berhema zebeş 5 ton e û ya sebzeyan dighêje toneyek. Her wiha rûbara qada ku li rojhilatê gundewarên Reqayê hatî çandin nêzî 55 hezar dinom e.

Ji ber berhemên sebzeyên havînê, sûkên herêmî geş bûne û buhaya sebzeya bi awayekî berbiçav kêm bûye. Nirxê kîloya petatan (kartol) 150 lîreyên Sûriyeyê ye û nirxa kîloya bacanê sor 40 lîre bû lê di van du rojên dawî de buha bû û di nav bera 100-150 lîreyên Sûriyeyê tê firotin. Her wiha nirxa kîloya zebeş 25 lîreyên Sûriyeyê ye.

Cotkarê bi navê Ehmed Remedan wiha got: "Mewsîma genim telef bû, me gelek xisarên mezin dîtin û ji bo qerebûkirina van xisaran me hilberînên havînê çandin û em wan bi rêya ava bîran av didin ji ber ku hilmija avdanê ya herêmê xirab e."

Ji aliyê xwe ve cotkarê bi navê Ehmed El-Hisên ev tişt anîn ziman: "Ji ber kêm lêçûna çandina mewsîma havînê û ji ber ku di demek kin de tê ber hev kirin, me dest bi çandina wê kir. Berhemên havînê û bi taybet sebze û zebeş têra herêmê dike û bi nirxek li gorî welatiyan e."

Her du cotkaran bang li Meclisa Sivîl a Reqayê kir ku destek bidin çandiniyê û diravxaneyên çandiniyê vekin û her wiha semad, derman û tovên dureg ji cotkaran re pêşkêş bikin.

Berpirsyarê komîteyên çandiniyê yê rojhilatê gundewarên Reqayê Ebdullah El-Şihazê got ku ji ber xirabûna hilmijên herêmê wan av ji hinek deveran re pêşkêş kiriye.

Piştî rizgarkirina şervanên QSD'ê bajarê Reqayê û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ'ê di 20'ê cotmeha sala borî de, çandinî û aboriya herêmê geş bûye. Bi sedan cotkar vegerîn karên xwe yên berê û dest bi çandina zeviyên xwe kir.

(şx/ew)

ANHA