Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate nirxandin

Tevgera Civaka Demokratîk geşedanên siyasî ji şêniyên navçeya Şêranê û bajaroka Taşlugê yên kantona Kobanê re nirxand.

Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate nirxandin
Rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re hate nirxandin
7 tebax, 2018   18:55

KOBANÊ

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) rêzecivînên xwe yên bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî ji şêniyên Kobanê re didomîne. Îro jî bi amadebûna bi sedan şêniyên navçeya Şêranê û bajaroka Taçlugê civînek hate lidarxistin.

Civîn li navçeya Şêranî hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir.

Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Ehmed Şêxo derbarê rewşa siyasî nirxandin kir û got, "Aloziya Sûriyeyê ketiye sala xwe ya heyştemîn, lê rexmî ku gelek civîn û kongre bi navê çareseriyê têne lidarxistin, lê yek jî encam negirt. Berevajî vê yekê gelê Sûriyeyê fatoreya vê yekê dide."

Şêxo bal kişand li ser sîstema ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatiye rûniştandin û wiha domand, "Ji destpêka aloziyê ve, gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê, xeta sêyemîn, xeta netewa demokratîk pejirandin. Sîstemeke nû ava kirin, di her aliyan de xwe bi rêxistin kirin û saziyên xwe ava kirin, û di qada leşkerî de jî hêzeke xwe ava kirin, gelek dever ji çeteyan hatin rizgarkirin. Aramiya li herêmê pêk hatiye encamên xwîna şehîdan ên ji hemû pêkhateyan e."

Ehmed Şêxo, anî ziman ku gelê Bakurê Sûriyeyê bi danûstanên Sûrî- Sûrî re ne û li dijî destwerdanên hêzên derve yên di karûbarên Sûriyeyê de ne û wiha pê de çû, "Çareya herî  guncaw ji bo aloziyê, danûnstandinên siyasî ne, em li dijî çareseriyê leşkerî ne, ji ber xeta leşkerî ji bilî kuştin û talankirinê tiştekî din bi xwe re nayîne."

Ehmed Şêx di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin.

Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.

(sn)

ANHA