Li Ewropa çalakî ji bo azadiya Ocalan

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Swîsreyê, Stackholm û Parîsê çalakî hatin lidarxistin

Li Ewropa çalakî ji bo azadiya Ocalan
7 tebax, 2018   17:47

NAVENDA NÛÇEYAN

Swîsreyê

Li gelek bajarên Swîsreyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan tê protestokirin.

Çalakiya protestoyê ya yekemîn vê Sêşemê li bajarê Zurîhê hate destpêkirin. Di rojên pêş de ew ê li Basel, Cenevre, Solothûrn, St. Gallen û Lûzernê jî çalakiyên bi kon werin lidarxistin.

Di çalakiyan de ew ê tecrîd were protestokirin û ew ê azadî ji Ocalan re were xwestin.

Çalakiyên bi kon ew ê heta 11’ê Tebaxê bidome. Di çalakiyê de ew ê belavokên bi Elmanî were belavkirin. Di belavokan de qala tecrîda li ser Ocalan tê kirin û nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî tê kirin.

Çalakiyên bi kon ew ê heta 11’ê Tebaxê her roj saet di navbera 12.00-21.00’an de were kirin.

Bernameya çalakiyên li bajarên din jî wisa ye:

Solothûrn: 9-10’ê Tebaxê, saet 16.00-20.00, li Qada Amthaûsê

Lûzern: 9-10’ê Tebaxê, saet 12.00-19.00, li pêşiya Bahnofê

Cenevre: 8-11’ê Tebaxê, saet 12.00-19.00, Qada Palace du Mollard

Stackholm

Li paytexta Swêd Stockholmê Kurdistaniyan ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan saet 11:00’an ve çalakiya kon a ku wê 4 rojan dom bike da destpêkirin.

Li konê ku li Qada Norrmalmstorg a li navenda bajar hatî vedan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên daxwaza azadiya wî dikin hatin daliqandin. Her wiha çalakvanan di çalakiyê de ji bo azadî û tecrîda li ser Ocalan welatî agahdar kirin. Dem bi dem axaftinên ku qala êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Kurdistan û tecrîda li ser Ocalan dewleta Tirk tehşîr dike hatin kirin.

Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê Frah Bozcalî di çalakiyê de axivî û bal kişand ku ev 2 sal zêdetir e agahî ji Ocalan nagirin û fikarên xwe yên têkildarî rewş û ewlehiya wî anî ziman. Bozcali got: “Tevî daxwaza bi milyonan mirovan a têkildarî ewlehî û agahiyekê ji Rêberê xwe bigirin, CPT ji bo hevdîtinê bi Ocalan re bike neketiye nava hewldanan.”

Bozcalî bêdengiya Konseya Ewropa û Yekîtiya Ewropa ya li hember Tecrîda li ser Ocalan rexne kir û got: “Divê li dijî zextên derûnî û fîzîkî yên dewleta Tirk a li ser Îmraliyê bikevin nava teverê û li ber rabin.” Bozcalî ji bo li dijî mercên giran ên tecrîd derkevin bang li endamên Konseya Ewropa kir.

Di çalakiyê de dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdisan re statû” hate qîrkirin.

Çalakiya Rûniştinê wê heta şeva Înê her roj saet 11:00 heta 21:00’an li Qada Norrmalmstorgê bidome.

NCKD a Swêdê li dijî êrîşên topyekun ên dewleta Tirk a li ser Kurdistan û gelê Kurd banga têkoşînê û tevlî çalakiyên ji bo azadiya Ocalan hatine destpêkirin bibin.

Parîs

Li paytexta Fransa Parîsê ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyeke kon hate lidarxistin.

Ji aliyê endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê ve li Qada Chatlet le hallemê standa agahdarkirinê hate vedan û pankarta ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Azadiya Ocalan azadiya me ye’ hate daliqandin.

Li standa ku welatiyên Fransî û tûrîstan eleqeyek mezin nîşan dan, bi sedan belavokên ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tîne ziman hate belavkirin.

Endamê Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Necmettîn Demîralp axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku tecrîd bi xwe pêkanîneke der mirovî ye û got: “Ev 20 sal zêdetire li ser Abdullah Ocalan ê ku gelekî weke vîna xwe daye nîşandan tê kirin û ev du sal e agahî jê nayê girtin. Heta azadiya Ocalan wê çalakiya me bidome.”

Çalakiya ji Ocalan re azadî ku li Parîsê hatiye destpêkirin wê heta 9’ê Tebaxê saet 19:00’an li Qada Chatlet le halle dewam bike.