ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06-08-2018
6 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- TEV-DEM‘ê li herêma Sirînê ya kantona Kobanê, ji bo nirxandina rewşa siyasî ji şêniyan re du civînan li dar dixe. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Oldarên kantona Hesekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û tecrîd wek kiryareke li dijî nirxên mirovahiyê û gelên aştîxwaz bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Yekîtiya Jinên Ciwan li Bakûrê Sûriyeyê amadekiariyê lidarxistina kongreya xwe ya sêyemîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Li nava kolanên Kobanê bajarê şehîdan gelek çîrokên biçûk lê bi wateyên mezin hene, her wekî çîroka Fatme Sîdo ku di encama êşa şehadeta birayê xwe de bi temenê 17 salî dibe helbestvan û hestên xwe radigihîne û dibe nivîskareke pêşerojê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêxistina Kongreya Star a Kantona Kobanê di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Ocalan de senevîzyonekê li ser jiyana Ocalan li parka 19‘ê Tîrmehê nîşan didkeSerokatî nîşand dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK JIYAN

- Komîteya Berhemên Sewaldariyê ya Reqayê, erka pêşxistina beşa berhemên sewaldaran girtiye ser xwe. Komîteyê bi armanca pêşxistina berhemên sewaldariyê pilansazî daniye pêşiya xwe. Endama komîteyê Xedîce El-Abdullah banga pêşkêşkirina alîkariyê li rêxistinên mirovî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêwîstiya 60 gundên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi navendeke tenduristiyê heye. Şêniyan bang li aliyên pêwendîdar kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Komîteya Tenduristiyê ya kantona Qamişlo diyar kir ku wan reşnivîsa projeyê amade kiriye û dê ji Desteya Tenduristiyê re bişînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber kêmbûna madeyên sotemeniyê li kantona Girê Spî rewşa jiyanî ya welatiyan neyînî bi bandor bûye. Şaredarî jî soza çareserkirina pirsgirêkê dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberên kampa Ebû Xeşeb rewşeke jiyanî ya dijwar derbas dikin û bi bilindbûna pileyên germahiyê di van demên dawî de rewşa koçberan dijwartir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA