Ciwanek Filistînî jiyana xwe ji dest da

Ciwanek Filistînî ku roja înê di çalakiyên berê yên 'Meşa Vegera Mezin' de birîndar bibû, îro jiyana xwe ji dest da.

Ciwanek Filistînî jiyana xwe ji dest da
5 tebax, 2018   20:15

XEZA

Nûçegihanê ajansa me yê li Xezayê ragihand ku ciwanê bi navê Ehmed El-Ayid yê 17 salî roja îna borî li rojhilatê Kampa El-Berîc li Xezayê dema tevlî çalakiyên 'Meşa Vegera Mezin' bû, birîndar bû. Ciwanê Filistînî vê êvarê jiyana xwe ji dest da.

Her wiha nûçegihanê me diyar kir ku hejmara qurbaniyên 'Meşa Vegera Mezin' ji destpêka wê ve û heta niha gihaşt 157.

(şx)

ANHA