Li Mexmûr di navbera hêzên Iraqê û çeteyên DAIŞ de şer

Li gundê Elye Reş ê ser bi navçeya Barfî a ser bi bajarokê Mexmûr, şer di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên federal ên Iraqê de derket. Piştî şer li gund termê 2 çeteyan hat dîtin.

Li Mexmûr di navbera hêzên Iraqê û çeteyên DAIŞ de şer
5 tebax, 2018   16:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê îro piştî nîvro li gundê Elye Reş yê ser bi navçeya Barfî a ser bi bajarokê Mexmûr, çeteyên DAIŞ kemîn avêtine ber hêzên polîsên Federal yên Iraqê, di encam de şer di navbera hêzên Iraqê û çeteyan de derketiye.

Li gorî agahiyan piştî şer bi dawî bû, termê 2 çeteyên DAIŞ li gund hatiye dîtin.