Kongreya Star a Efrînê encamên konferansa xwe ya duyemîn ji jinan re şîrove dike

Rêxistina Kongreya Star bi du civînan encamên konferansa duyemîn a kongre ji şêniyên gundên Kefer Karis û Til Sosîn ên herêma Şehbayê re şîrove kir.

Kongreya Star a Efrînê encamên konferansa xwe ya duyemîn ji jinan re şîrove dike
Kongreya Star a Efrînê encamên konferansa xwe ya duyemîn ji jinan re şîrove dike
Kongreya Star a Efrînê encamên konferansa xwe ya duyemîn ji jinan re şîrove dike
5 tebax, 2018   14:31

ŞEHBA

Bi dehan jinên ji herdu gundan beşdarî civaînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kirin. Paşê mamosteya Zimanê Kurdî Rojîn Mihemed rapor û encamenaya konferansê xwend.

Di civînê de, rewşa siyasî û rêxistinî ya di raporê de hatî nivîsandin hate şîrove kirin, bal hat kişandin li ser êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser Efrînê û berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî têknîka herî pêşketî ya NATO‘yê. Her wiha hate gotin ku hêzên dagirker li Efrînê jinan hedef digirin û der heqê wan de kiryarên der mirovî pê tînin.

Di raporê de, her wiha perwerde û rêxistinbûyîna jinên Efrînê hate nirxandin û hate gotin ku pêwîste jin di her qadan de asta xwebatê pêş bixîne û hate destnîşan kirin ku konferans hewl dide her cure tund û tujiya li ser jinê ji holê rake.

Rêveberiya Kongreya Star Emîna Dengelî jî axivî û destnîşan kir ku pêwîste jinên Efrînê biryarên konferansê pêk bînin da ku Efrîn û jin ji zulama artêşa tirk a dagirker rizgar bibin.

Her wiha rewşa jinên li Şahbayê jî hate nirxandin û bang hate kirin ku divê jin li berxwedana xwe berdewam bike û rêxistinbûyîna xwe baştir bike.

Di dawiya civînê de beşdaran diyar kirin ku ew ê xeta têkoşînê berdewam bikin ta Efrîn rizgar bikin û her cure dagirkerî tune bikin.

Tê payîn ku civînên şîrovekirina encamên konferansê li gelek deverên Şahbayê dê werin lidarxistin.

ANHA