Minbic xwe ji salvegara rizgarkirinê re amade dike

Bi nêzîkbûna duyemîn salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê re ji destên çeteyên DAIŞ'ê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan li bajêr hemleyeke paqijkirin û xemilandinê da destpêkirin.

Minbic xwe ji salvegara rizgarkirinê re amade dike
Minbic xwe ji salvegara rizgarkirinê re amade dike
Minbic xwe ji salvegara rizgarkirinê re amade dike
5 tebax, 2018   11:50

MINBIC

15'ê vê mehê rastî duyemîn salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê ji destên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve tê.

Di vê çarçoveyê de komeke jinên ciwan ên Yekitiya Jinên Ciwan ên bajarê Minbicê bi însiyatîfekê hemleyeke paqijkirin û xemilandina bajêr da destpêkirin. Ev însiyatîfa jinên ciwan bi armanca ku welatiyên bajarê Minbicê duyemîn salvegera rizgarkirinê bi coş û kêfxweşî pêşwazî bikin.

ANHA