HPG`ê li Colemêrgê li artêşa dagirker xist

Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxist. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

HPG`ê li Colemêrgê li artêşa dagirker xist
HPG`ê li Colemêrgê li artêşa dagirker xist
HPG`ê li Colemêrgê li artêşa dagirker xist
5 tebax, 2018   12:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û agahiyên çalakiya 4’ê Tebaxê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê parve kir. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me 4’ê Tebaxê saet 10.00’an li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên TC’ê ya dagirker ku bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de derbeke serkeftî li kozikên dijmin hate xistin û 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistiye.

1’ê Tebaxê berê sibehê artêşa TC’ê ya dagirker li Wanê li navçeya Elbakê operasyonek da destpêkirin. 3’yê Tebaxê operasyon beşek jê vekişiyaye, bi yekîneyên veşartî dom dike.

Ev demek e li Payizava a Wanê li qada Axûla komeke kontra cilên hêzên me li xwe dike, li herêmê zextê li gel dike. Divê gelê me li bara vê komê hişyar be.

GERÎLAYÊN ŞEHÎD BÛNE

31’ê Tîrmeha 2018’an di daxuyaniya xwe e me gotibû 17’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li Sêrt Dihê, li qada Garista operasyon dabû destpêkirin û di êrîşa hewayî de me ji raya giştî re ragihandibû ku 3 hevalên me şehîd bûne. Li gorî agahiyên dawî, di encama êrîş û şer de 4 hevalên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Aram Cîzîr

Nav û Paşnav: Ahmet Çagli

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Dayik - Bav: Şûhret - Ramazan

Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 17’ê Tîrmeha 2018’an

*****

Nasnav: Çekdar Botan

Nav û Paşnav:Velî Aşir

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Dayik - Bav: Cemile - Huseyîn

Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 17’ê Tîrmeha 2018’an

*****

Nasnav: Delila Amed

Nav û Paşnav: Gulcan Çelîk

Cihê Jidayikbûnê: Amed

Dayik - Bav: Zarife - Abdûlhamît

Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 17’ê Tîrmeha 2018’an

*****

Nasnav: Mîzgîn Cûdî

Nav û Paşnav: Hatîce Çagli

Cihê Jidayikbûnê: Şırnak

Dayik - Bav: Felek - Emin

Cih û Demê Şehadetê: Sêrt / 17’ê Tîrmeha 2018’an