Riyên ketin û derketina Tebqayê têne sererastkirin

Werşeya Karkerên Şirketa El-Şemal a girêdayî MSD'ê bi hevkariya Şaredariya Gel a Tebqayê dest bi qîrkirina riyên ketin û derketina bajêr kirin.

Riyên ketin û derketina Tebqayê têne sererastkirin
4 tebax, 2018   13:34

TEBQA

Werşeyên kar li gorî pilansaziya ku hatiye danîn dest bi sererastkirina riyên bajarê Tebqayê kirin. Li gorî plansaziyê destpêkê wê riyên ketin û derkerina bajêr werin sereratkirin û piştre riyên sereke û yên di nav bajêr de dikevin dewrê.

Di projeyê de gelek alavên xizmetguzariyê yên Şirkeya El-Şemal û Şaredariya Gel a bajêr tevlî nêzî 20 karker dixebitin.

Li gorî Endezyarê Berpirsyar ê projeyê Ebdullah El-Hesen El-Ceiberî, xebatên qîrkirin vê sibehê de dest pê kirin û dê di hefteyekê de bi dawî bibin.

Madeya Isfeltê ya ku di qîrkirinê de tê bikar anîn, li kargeha Ebo Kibîi ya ku nû hatiye akîfkirin û 40 km li rojhilatê bajêr, tê çêkirin.

Ji destpêka rizgarkirina bajarê Tebqayê di 10'ê Gulana sala borî ve, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê bênavber li gorî derfetên heyî xebatên xizmetguzariyê ji şêniyên herêmê re pêşkeş dike.

(şx)

ANHA