180 kes ji girtîgeha navendî ya Idlibê reviyan

180 kes roja pêncşema borî ji girtîgeha navnedî ya Idlibê ya di bin serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de reviyan.

180 kes ji girtîgeha navendî ya Idlibê reviyan
4 tebax, 2018   13:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Sputnikê  ku duh hatibû weşandin ji 700 girtiyên di girtîgeha navendî ya Idlibê de 180 kes reviyan e, jê 100 DAIŞ‘yî bûn û hin din girêdayî komên çekdar û sivîl jî hebû ji girtîgehê reviyan.

Li gorî çavkaniyên Sputnikê, "Malperên ser bi çeteyan ve wêneyên kesên reviyan belav kir û li ser tevna civîka jî hatin belavkirin, tê texmînkirin ku reva wan bi alîkariyên kesên li ser girtîgehê disekinin pêk hat."

Li aliyekî din hin komên çekdar  çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam tuhmetbar kirin ku reva çetayan nemaza yên DAIŞ‘ê hesan kir, da ku rewşa li Idlibê tev li hev bike û deste xwe wekî parêzvanê şêniyên herêmê ji kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê  nîşan bide.

Bajarê Idlibê di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Nusra û komên çeteyên din ve yên ku destekê ji Tirkiyê digirin de ye.