Balafirên Îsraîlê ciwanên Filistînî kir hedef

Balafirên Îsraîlê li ser dirêjehiya xeta sînorê Xezayê êrîş pêk anîn. Balafiran ciwanên ku balonên sojer davêjin kirin hedef.

Balafirên Îsraîlê ciwanên Filistînî kir hedef
4 tebax, 2018   14:06

XEZA

Nûçegihanê Ajansa Hawarê ji Xezayê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê, li rojhilatê Cibleya, bakurê Xezayê û rojhitê herêma Wista û rojhilatê parêzgeha Xan Yûnis êrîş pêk anîn.

Nûçegihanê me her wiha diyar kir ku balafirên şer komek ciwanên Filistîn ku balonên sojer diavêtin wergehên Îsraîlê yên li Xezayê kir hedef.

Nûçegihanê me diyar kir ku ciwanên Filistînî, hejmarek balonên sojer berdabûn ser wargehên Îsraîlê yên li Xezayê, di encamê de agir li herêma Esqelan der ket.

(şx)

ANHA