Rêxistina jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê civînek lidar xist

Rêxistina jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê ji bo armancên xwe û rola jinan di partiyê de şîrove bike li salona El-Nixbê ya bajarê Hesekê civînek ji jinan re lidar xist.

Rêxistina jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê civînek lidar xist
Rêxistina jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê civînek lidar xist
Rêxistina jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê civînek lidar xist
Rêxistina jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê civînek lidar xist
Rêxistina jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê civînek lidar xist
Rêxistina jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê civînek lidar xist
4 tebax, 2018   11:56

HESEKÊ

Rêxistina jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê yekemîn civîna xwe li bajarê Hesekê lidar xist û têde armanc û rola jinan ji bo pêkanîna azadiya jin ji jinên bajarê Hesekê re şîrove kir.

Di civînê de bi dehan jin ên pêkhateyên bajarê Hesekê beşdar bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya Rêxistina Jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê li Bakurê Sûriyeyê Suad Celo axivî û got ku armanca partiya wan avakirina Sûriyeke piralî û nenavendî ye da ku hemû pêkhate di Sûriya nû de cihê xwe bigirin.

Sûad destnîşan kir ku armanca sereke ya partiya wan çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi riya diyaloga di navbera hemû aliyên Sûriyeyê de ye da ku ber bi Sûriyeke azad û nenavendî ve biçin.

Sûad Xelo di berdewama axaftina xwe de behsa rola birêxistinkirina jinan kir û got ku di pêşxistina jinên Sûriyeyê de gelekî girîng e da ku karibe li hemberî astengiyên li pêşiya wan derdikevin derbikeve û hemû jinên Sûriyeyê ji zulm û paşverûtiya civakî ku li ser wan hatiye ferzkirin rizgar bibin.

Sûad Xelo da zanîn ku rêxistina Jin a Partiya Sûriye ya Pêşerojê azadiya jinan di asta yekemîn de armanc dike û wiha got: "Armanca me ya yekemîn azadiya jinan e û rizgarkirina jinan ji zihniyeta baviksalariyê ye. Ev yek bi riya belavkirina têgeha azadiya jin di hemû aliyan de pêk tê."

Di dawiya civînê de deriyê nîqaşan li pêşiya beşdaran hate vekirin û beşdaran di nîşqaşên xwe de balkişandin ser rola jinan di destûra Sûriyeyê de û rola wê di hemû aliyên civakî û jiyanî de.

ANHA