Çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê malên Kurzêlê talan dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê siwareyên welatiyên gundê Kurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê didizin û di heman demê de komeke çeteyan gelek welatiyên sivîl ji gund revandin.

Çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê malên Kurzêlê talan dikin
4 tebax, 2018   10:53

EFRÎN

Çavkaniyekî pê bawer ji gundê Kurzêlê ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê şevê din di derengiya şevê de bi ser malên welatiyan de yên li gundê Kurzêlê ya navçeya Şêrewa ya Efrînê ve hatin û malên welatiyan talan kirin û siwareyên welatiyan diziyan. Heman çavkanî diyar kir ku çeteyan her wiha gelek welatiyên sivîl ji gund revandin.

Çavkanî diyar kir ku siwareyên ku hatine dizîn ên hatine naskirin ev in: "Siwareyeke Honday ya welatiyê bi navê Mistefa Kalû, motoskilêta Ednan Olo û Traktora welatiyê bi navê Subhî Cuma".

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ji dema ku çete derbasî Efrînê bûne ve talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê berdewam dikin û diziya xwe ber bi bajarên Ezaz û Babê ve dibin. Li gorî hin raporan heta niha bêtirî 300 terektor  û bêtirî 220 siware û hejmarekî mezin ji motoskilêtan dizîne.

ANHA