Li kampa Eyn Îsa pirsgirêka avê hate çareserkirin

Rêveberiya kampa Eyn Îsa pirsgirêka avê li kampê çareser bi giştî çareser kir.

Li kampa Eyn Îsa pirsgirêka avê hate çareserkirin
4 tebax, 2018   10:49

TIRKÎ EL-KALIT /GIRÊ SPÎ

Di çarçoveya xebatên xizmetguzarî yên ji bo peydakirina pêdiviyên  jiyanî yên rojane ji bo koçberên kamp Eyn Îsa ku hejmara wan 13 hezar koçber e û taybet ev du meh in piştî derketina pirsgirêka avê li kampê, rêveberiya kampê çareserî peyda kir.  

Rêveberiya kampa Eyn Îsa bi hevkariya rêxistinên Bijîşkên Sînornenas pîrek din  a avê kolandin da ku pêdiviyên koçberan ên avê bicih bînin.

Ava pîrê derbasî stasyona giştî dibe û ji wir jî av bi rêya toreyan taybet li strên avê yên di hundir kampê de têne belavkirin.

Têkildarî mijarê, koçberê bi navê Ehmed El-Ebd tekez kir ku ava paqij gihiştiye  koçberên kampê bi giştî.

Her wiha Endamê Rêveber ê Kampa Eyn Îsa Celal El-Eyaf jî got piştî pîran din hate kolandin, pêdiviyên koçberan ji avê hatin bicihanîn.

(ekîb)

ANHA