Di du mehan de zêdetirî 6 hezar rojavayî vegeriyane warê xwe

Roj bi roj welatiyên Rojava yên ku koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, vedgerin warê xweʺRojavaʺ. Li gorî aliyên peywendîdar di du mehan de, zêdetirî 6 hezar xelkê rojava vegeriyaye. Kesên vegeriyane rojava gotin  rewşa aborî û ewlekarî êdî li rojava pir baş bûye.

Di du mehan de zêdetirî 6 hezar rojavayî vegeriyane warê xwe
Di du mehan de zêdetirî 6 hezar rojavayî vegeriyane warê xwe
Di du mehan de zêdetirî 6 hezar rojavayî vegeriyane warê xwe
4 tebax, 2018   10:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê û derbasbûna şer li tevahiya bajarê Sûriyê, êdî şer di navbera komên çete  û rejîma Sûriyê de destpê kir. Di encamê şerê her du aliyan de, hinek herêmên Sûriyê ketin bin serweriya komên çete û rewşa aborî pir xerab bû û gelek welatiyan dexla xwe ya jiyanî winda kirin.

Beriya şoreşa Sûriyê, gelek welatiyên rojava ji bo debara xwe ya jiyanê û xerabûna rewşa aborî li rojava, neçar dimina berê xwe bidin bajarên mezin ên Sûriyê wekî Şam, Heleb û hwd. Lê wekî me li jor diyar kiriye, ji ber şerê li wê herêman piştî şoreşê, gelê rojava careke din berê xwe dane warê xwe.

Li herêmên rojava jî ku ji ber de ji aliyê rejîma Baas ve hatibû paşguhkirin, ji ber şerên li herêmên din ên Sûriyê êdî rê di navbera rojava û herêmên din ên Sûriyê hate qutkirin. Ji aliyekî din ve jî, dergehên sînor bi zanebûn ji aliyê AKP û PDK`ê ve hatin girtin. Ev sedemane hîştin ku rewşa aborî li rojava gelek xerab bibe û rêjeya bêkariyê zêde bibe û gelê rojava û Bakurê Sûriyê  êdî bi koçberiyê bifkirin.

Polîtîkeyên PDK`ê ya valakirina ROJAVA

PDK`ê ku amborgo li ser rojava feriz kiribû, lê nikaribû îradeya gelê rojava têk bibe. Ji ber vê yekê PDK`ê polîtîkeyên wekî AKP`ê ya valakirina rojava ji şêniyên wê bi rêya teşwîqkirina koçberiyê,  da meşandin. Di vê çarçoveyê de, di demeke ku PDK`ê deriyên derbasbûna alîkariyên mirovahî û pêdiviyên jiyanî girtîbûn, lê deriyê koçberiya ji rojava vekirî bû. Bi vê yekê re, PDK`ê beriya ku gelê rojava koçber bibe, kamp vekirin û ev yek jî hişt bi hezaran ji şêniyên rojava berê xwe  bidin başûrê Kurdistanê.

Rewşa aborî û ewlekarî li başûr têk diçe, rojavayî di metirsiyê de ne

Ji bilî polîtîkeyên koçberkirinê, PDK`ê hinek partiyên rojava ku girêdayî wê ne ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî. PDK`ê bi hevkariya hinek partiyên rojava, polîtîkeya zextê û tirsê li dijî koçberên rojava yên li başûr meşand, da ku ciwanên rojava bi darê zorê tevlêʺPêşmergeyên Rojavaʺ ya ku bi serpereştiya artêşa tirk a dagirker hate avakirin, bibin.

Ev  polîtîke û polîtîkeyên din ên PDK`ê piştî biryara referandûmê, derbasbûna artêşa Iraqê û Heşd Şebî  li bajarê Kerkûkê û herêmên din ên Kurdistanê, girtina dergehan ji aliyê Tirkiyê û Îranê ve, rawestandina balafirgehan, nedayîna mûçeyên karmendan û parçebûna partiyên kurdî li başûr, rewşa aborî û ewlekarî êdî li başûr gelek xerab bû, vê yekê hîşt ku şêniyên rojava yên ku ji bo debara xwe ya jiyanê çibûn başûr, di nava metirsiyan de bin.

Geşbûna aborî û peydabûna ewlekarî li rojava gel teşwîqî vegerê bû

Di salên derbasbûyî yên şoreşa rojava de, li herêmê ronesanseke di aliyê aborî, civakî û siyasî de çêbû. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo vejînkirina aborî û pêkanîna pêdiviyên rojane, bernameyek da pêş xwe. Bi vê yekê re, gelek kargeh, kopretîf û sendîq hatin avakirin, ev yek jî hîşt derfeta kar zêde bibe. Ji aliyê ewlekarî de jî, bi berxwedana gelê rojava û taybet berxwedana YPG, YPJ û QSD`ê terorî dûrî herêmên Bakurê Sûriyê ketin. Bi saya berxwedanî herêmên Bakurê Sûriyê bûne herêmên herî bi ewle di Sûriyê de. Ev sedeman hîştin ku gelê rojava yê ku koçberî derva bûye vegerê warê xwe.

Di du mehan de 6 hezar koçber vegeriya

Berpirsên Dergehên Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, ji ajansa me re tekez kirin ku bi dehan ji xelkê rojava rojane vedgerin warê xweʺRojavaʺ. Berpirsan tekez kirin ku di rojên dawî de rojane derdora 400 sivîl vedgeriyan rojava.

Endamê Komîteya Têkiliyan ê Dergehê Sêmalka Mihemed Xêr Berces da zanîn ku di meha Hizêran û Tîrmehê de, zêdetirî 6 hezar sivîlên rojava ku piraniya xwe ciwanan vegeriyan rojava.

Berces bi bîr xist ku hinek sivîl ji bo serdana xizmên xwe li rojava hatine rojava, lê piraniya sivîlên ku vegeriyane bi awayekî dayîm hatin herêmên xwe.

Rojavayên ku ji başûr hatin warê xwe ji ajansa me re diyar kirin ku başûr nabe warê xelkê rojava.

Mihemed Îbrahîm ku ji taxa El-Enteriyê ya bajarê Qamişlo ye destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ku Başûrê Kurdistanê ne cihê dayîm ê şêniyên rojava ye. Îbrahîm bi lêv kir ku piştî kiryarên hikumeta Başûr derheqê wan de dîtiye, ew gihîştiye vê baweriyê.

Mihemed Îbrahîm her wiha got têkçûna rewşa aborî li Başûr û aloziyên ku têre derbas dibe, di nava şêniyên rojava yên li Başûr de metirsî çêkirin.

Derbarê hêsankirina derbasbûna şêniyên rojava, Endamê Komîteya Têkiliyan ê Dergehê Sêmalka Mihemed Xêr Berces ev agahî dan:ʺJi bo vegera welatiyên rojava me gelek biryarên hêsan derxistin. Yek ji wan jî ji bo ciwanan belegeyek tê dayîn da ku piştî mehekê rewşa xwe zelal bike û biçin Erka Xweparastinê.ʺ

(kc)

ANHA