Pompeo binpêkirina cezayên li ser Koriya Bakur Rûsya tewanbar dike

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo banga berdewama zextê li ser Koriya Bakur kir û Rûsya tewanbar kir ku cezayên navnetewî binpê dike, lê piştrast kir ku cîhan ji bo tunekirina çekên Pyongyang hevgirtî ye.

Pompeo binpêkirina cezayên li ser Koriya Bakur Rûsya tewanbar dike
4 tebax, 2018   09:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo di dîdargehekê de li Sengafora diyar kir ku divê zextên dîplomasî û aborî li ser Koriya Bakur bêne domandin da ku tunekirina çekên nuklerî yên Pyongyang bi temamî pêk were weke ku Koriya Bakur soz daye.

Pompeo di civîneke çapemeniyê de got ku wî ji dewletên endam ên başûrrojhilatê Asya xwestiye ku cezayên li ser Koriya Bakur hişk pêk bînin. Pompeo got ku ew li Sengafora bi hevpîşeyê xwe yê Koriya Bakur re ne civiya ye.

Pompeo her wiha rexne li Rûsyayê kir û got ku li gorî hin agahiyan pevguhertinên di navbera Rûsya û Koriya Bakur de berdewam in û kar ji karkerên Koriya Bakur re li ser axa xwe peyda dike û alûgoriya darayî jêderekê ji derhatinên rêjîma Pyongyang re peyda dike.

Pompeo di berdewama axaftina xwe de got ku serok Kîm soz daye ku çekên nuklerî tune bike, lê her kes dizane ku ev mijar hinekî dem pê gerek e û bi vê yekê hewl dide pêşveçûna lawaz a vê dosyeyê hincet bigire û wiha got: "Cîhan ji bo pêkanîna vê armancê hevgirtî ye".

Pompeo xemgîniya Amerîka li hemberî leşkerkirina Çîn li deriya Çîn a başûr anî ziman û got ku li hemberî biryarên Konseya Ewlehiyê ya Navntewî derdikeve.