Pêwîstiya koçber û penaberên kampa Holê bi alîkariyê heye

Penaberên Iraqê û koçberên Sûriyeyê yên li kampa Holê hêrsa xwe ji ber ku rêxistinên mirovahî rewşa wan paşguhkirine diyar kirin. her wiha spasiya Rêvberiya Xweser kirin.

Pêwîstiya koçber û penaberên kampa Holê bi alîkariyê heye
Pêwîstiya koçber û penaberên kampa Holê bi alîkariyê heye
Pêwîstiya koçber û penaberên kampa Holê bi alîkariyê heye
Pêwîstiya koçber û penaberên kampa Holê bi alîkariyê heye
Pêwîstiya koçber û penaberên kampa Holê bi alîkariyê heye
4 tebax, 2018   09:36

NESRÎN ELÎ / HESEKÊ

Kampa Holê di 9`ê Adara 2016`an de li nêzî sînorê di navbera Sûriyê û Iraqê de ji aliyê Buroya Karûbarên Koçberan a girêdayî Desteya Karûbarên Civakî hate avakirin. Kamp dikeve rojhilatê bajarê Hesekê 20 km û nêzî başûrê bajarê Holê kîlometreyek. 

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bajarê Mûsilê dagir kir, pêla koçberiyê zêde bû û hikumeta herêma başûrê Kurdistanê deriyên xwe li pêşiya koçberan girt û piştî hêzên Iraqê û hêzên Kurdî dest bi hemleya rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê kirin her wiha gelek şêniyên bajarên Sûriyeyê ji ber pêkanînên Rêjîma Sûriyê û kiriyarên çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nûsra, kamp hate avakirin û koçberan aramî û ewlehî li herêmên Rêveberiya Xweser dîtin.

Di kampê de hezar çadir û ji berê ve jî nêzî 220 mal hebûn. Di demên niha de 32 hezar penaberên Iraqê û 10 hezar koçberê Sûriyeyê dijîn. Koçer di aliyê madeyên xwarinê û alîkariyên tendirûstiyê de dibînin û tevî ku gelek rêxistiên mirovahî hene jî li wan rêxistinan rewşa koçberên kampê paşguh kirine.

Penaber û koçberên kampê diyar kir ku rêxistinên alîkariyê dev ji wan berdan û niha tevî malbatên xwe gelek zehmetiyan dibînin ji ber ku nikarin pêwîstiyên sereke ji jiyanê re peyda bikin.

Koçber û penaberan desntîşan kirin ku di demsala havînê de pileyên germahiyê pri bilind in û ji ber wê jî gelek nexweşî çêdibin. Her wiha gotin di kampê de perwane û tirmizên avê tune ne û tevî ku gelek rêxistin di kampê de dixebitin lê tu alîkarî di vî alî de ne dane wan.

Di vê çarçoveyê de koçbera bi navê Sebah Abdullah ku ji şêniyên bajarê Dêrazorê ye got rêxistinan tiştek ji wan re nekirin, tenê madeyên xwarinê yên demên wan derbasbûne li wan belav dikin û ev yek jî têrê nake û rêxistin rewşa koçberan û navê wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Sebah di dawiyê de bang li hemû rêxistinan kir ku alîkariya lezgîn bidin wan.

Ji aliyê xwe ve Elî Hisên ê ji parizgeha El-Enbar a Iraqê ye bang li hemû rêxistinan kir ku rewşa şêniyên kampê di ber çavan re derbas bikin û kadroyên tenduristiyê ji wan re peyda bikin ji ber ku di kampê de gelek nexweşî hene bêyî ku tu kes alîkariya wan bike.

Rêxistina Rojava ya alîkariyê bi hevkariya saziyên Rêvberiya Xweriya Demokratîk peydakirina pêwîstiyên koçberên kampê girtibû ser milê xwe. Her wiha gelek rêxistinên din mîna IRD, IRC û NRD ên girêdayî Netewên Yekbûyî girtibûn ser xwe lê wan rêxistinan tu tişt ji koçberan re nekirin. Ji ber wê jî tenê Rêvberiya Xweser û rêxistina Rojava peydakirina pêwîstiyên koçber û penaberên kampê peyda dikin.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Mihemed El-Cenabî yê ji parêzgeha Selahedîn a Iraqê ye got tu rêxistin alîkariya şêniyên kampê nakin, madeyên xwarinê têrê nakin ji ber wê neçar dimînin ku xwarinê bi buhayên zêde bikirin.

Mihemd El-Cenabî destnîşan kir ku di kampê de ceyran tune ye û di vî alî de jî rêxistin erka xwe li hember koçber û penaberan pêk na îne.

(bx)

ANHA