Careke din hevdîtina bi Ocalan û sê girtiyên din hate redkirin

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza serlêdana hevdîtina malbata Ocalan û malbatên sê girtiyên din red kir.

Careke din hevdîtina bi Ocalan û sê girtiyên din hate redkirin
4 tebax, 2018   09:34

  NAVENDA NÛÇEYAN

Xwişk, bira û wasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan, Mehmet Ocalan û Mazlum Dînç ji bo bi Ocalan re hevdîtin bikin bi riya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê daxwaza malbatan red kir û carek din destûr neda hevdîtinê.

 Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi boneya hevdîtinê bi riya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Heman dozgeriyê daxwaza her sê malbatan jî red kir.