Ji fermandarên QSD: Hejmareke mezin ji şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê hatin girtin

Ji fermandarên QSD‘ê Şêrgo Hesekê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya xebatên paqijkirina deverên rizgarkirî ji çeteyên DAIŞ‘ê de hejmarek mezin ji şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê girtin.

Ji fermandarên QSD: Hejmareke mezin ji şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê hatin girtin
4 tebax, 2018   05:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şêrgo Hesekê der barê pêşketinên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bejahiya Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ‘ê agahî da ajansa me.

Şêrgo Hesekê diyar kir ku Pêngava Bagera Cizîrê bi hemû hêza xwe bi pêşveçûnên şervanên ber bi deverên çeteyên DAIŞ li rojhilatê Çemê Firatê ve didome û destnîşan kir ku pêşdeçûn bi koordîneya hêzên Iraqê yên li ser sînorê pêk tê.

Hesekê, daxuya ku Hêzên Taybet ên girêdayî QSD‘ê jî operasyonên paqijkirina gundan ji şandeyên çeteyên DAIŞ‘ê didomîn, her wiha Tîmên Taybet jî xebatên paqijkirina herêmên rizgarkirî ji mayînan ku herî zêde li gundên li rex çemê Firatê wekî Bîban, Şihêl, Hewayic û hwd pêk tîne.

Şêrgo Hesekê her wiha destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveyên xebatên paqijkirinê de hejmeke mezin ji şaneyên DAIŞ‘ê girtin û anî ziman ku girtina çeteyan bi koordîneya Hêzên Ewlekariyê û Koalîsyona Navdewletî, Yekîneyên Antî-Teror a girêdayî YPG‘ê (YAT) û Hêzên Antî- Teror (HAT) bi rêve çû.

ANHA