ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-08-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-08-2018
4 tebax, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo têkildarî salvegera komkujiya Şengalê, li ber avahiya meclisê ya taxa Xerbî daxuyanî dide. Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên QSD‘ê Şêrgo Hesekê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya xebatên paqijkirina deverên rizgarkirî ji çeteyên DAIŞ‘ê de hejmarek mezin ji şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê girtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek ji Êzidiyên Şengalê bang li Êzidiyan kir ku li derdora Hêzên Parastina Êzidxanê kom bibin û piştgiriyê bidin rêveberiya xweser a Şengalê, her wiha spasiya HPG, YPJ û YPG‘ê kirin ku ji bo parastina Êzidiyan ked dane, kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sîstemên serwer Keleha Cabir a dîrokî paşguh kiribûn, bi rizgarkirina bajarê Tebqayê û gundewarên wê re komîteyên xizmetguzariyê yên şaredariyê bi hevkartiya Komîteya Tûrzimî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê xebatên sererastkirin û paqijkirina kelehê didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Endamê Desteya Serokî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Hikmet Hebîb destnîşan kir ku dê rêveberiyeke sivîl were avakirin da ku hemû xebatên rêveberiyên xweser û sivîl ên li Bakurê Sûriyeyê bi rêve bibe.(BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Rêveberê Saziya Kurdên Bê Sînor Kadar Pîrî diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bi riya dagirkirina Efrîn, Bab, Cerablus, Ezaz hewl dide herêmên Bakurê Sûriyeyê xirab bike, beriya ku projeyên demokrasiyê li herêmê berfireh bibe. Pîrî got ne navendîbûyî çareseriya herî guncaw a ji bo aloziyê ye. (BI WÊNE Û DÎNEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hejmara welatiyên Rojava yên ku ji Başûrê Kurdsitanê vedigerin Rojava roj bi roj zêde dibe. Aliyên têkildar diyar kirin ku di nava 2 mehan de zêdeyî 6 hezar kes vedigeriyane. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Desteyên Rêveberiya Xweserya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi hevkariya Komîteya Kedkaran li dijî diyardeya xebitandina zarokan, kar dike. Desteyê di pêvajoya destpêkê de gelek çare pêşkêş kirin û dê di pêvajoya duyemîn de dibistanên pîşeyî ji bo zarokan veke. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Navçeya Şêrawa ji gorî rewşê xwe ji nû ve saz dike. Di vê çaroveyê de av û ceyran ji 8 gundan re peyda kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Meclisa Aborî ya Kantona Qamişlo ku di sala 2013‘an de hate damezirandin bi armanca bi cihaîna pêwîstiyên aborî yên gelê herêmê kargeha çêkirina pakêtên naylon li bajarê Qamişlo vekir û di dawiya heman sale de kargeh veguherand navçeya Amûdê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Penaberên Iraqî yên li Sûriyeyê di mijara paşguhkirina rewşa wan ji aliyê rêxistinên mirovî rexneyên xwe anîn ziman û rêveberiya xweser spas kirin.

- Rêveberiya kampa Eyn Îsa pirgirêka kêmbûna avê li kampê çareser kir, her koçberek rojane 37 lître av digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA