Banga parastina Êzidiyan hate kirin

Partiya Kesek a Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Suryan bi daxuyaniyan êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê ya 3‘yê Tebaxa 2014‘an li dijî gelê Êzidî yê Şengalê şermezar kirin û banga parastina gelê Êzidî kirin.

Banga parastina Êzidiyan hate kirin
3 tebax, 2018   16:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Partiya Kesk a Kurdistanê de hate gotin ku Hêzên tarî û terorîst dixwazin navê xwe di rûpelên dîrokî de mayînde bike, ji lewara hewldide nasname û şarestaniya gelên resene ji kokê rake.

Partiya Kesk a Kurdistanê destnîşan kir ku komkujiya beriya 4 salan a li dijî gelê Êzidî li Şengalê, revandin û firotin li pêşberî mirovahiyê pêk hat, rexmê wî tu kesî dengê xwe dernexist û tevnegeriya.

Di daxuyaniyê de her wiha rola YPG û YPJ‘ê ya vekirina kerîdora ewlekariyê û pêşkêşkirina alîkariyan ji bo gelê Şengalê hate destnîşan kirin.

Partiya Kesk a Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de komkujiya beriya 4 salan li Şengalê şermezar kir û bang li saziyên navdewletî û hikûmeta Iraqê kir ku erka xwe ya parastin û ji nûve avakirina Şengalê pêk bînin, her wiha îtîraf bi saziyên sivîl ê Şengalê bikin.

Partiya Yekîtiya Suryan jî daxuyanî da û got, "Em wekî Partiya Suryan komkujiya li Şengalê şermezar dikin û wekî qirkirineke etnîk derheqê gelekî bi nav dikin û bang li civaka navdewletî dikin ku erka xwe bi cidiyet pêk bîne da ku mîna van komujiyan dîsa dûbare nebe, her wiha mafê vê gelê birarêze."

ANHA