Rêxistina Mafên Mirovan Komkujiya Şengalê şermezar kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê bi daxuyaniyekê bi bîr anî û bang li rêxistinên navdewletî kir ku tundiya li dijî mirovahiyê bi dawî bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan Komkujiya Şengalê şermezar kir
3 tebax, 2018   12:12

QAMIŞLO

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê 4`emîn salvegera Komkujiya Şengalê ku di 3`ê Tebaxa 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve pêk hat û wek Fermana 73’yan tê nasîn, bi daxuyaniyekê bi bîr anî.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cûma ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Komkujiya Şengalê komkujiyeke li ser mirovahiyê ye û hate tekezkirin ku armanca Komkujiya Şengalê ew bû ku gelê êzidî qir bikin û qirkirinên komî li ser êzidiyan pêk anîn, kuştin, serjêkirin, revandin, guhertina demografîk li Şengalê pêk anîn û gelek kiryarên hovane pêk anîn.

Her wiha bang li hemû rêxistinên navdewletî hate kirin ku tundiya li dijî mirovahiyê bi dawî bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li ser parêzgeha Siwêda ya Sûriyeyê ku di encama wê de 215 kesan jiyana xwe ji dest da, hate şermezarkirin.

(bx/ew)

ANHA