PYD`ê piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk bi daxuyaniyeke nivîskî Komkujiya Şengalê ku çeteyên DAIŞ`ê pêk anî, şermezar kir.

PYD`ê piştgiriya xwe ji bo Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand
3 tebax, 2018   12:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 4`emîn a Qirkirina Şengalê, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

PYD`ê komkujî bi tundî şermezar kir û  sersaxî ji gelê Kurdistanê û bi taybet ji malbatên êzidî re xwest û piştgiriya xwe ji bo gelê Şengalê anî ziman.

PYD`ê her wiha piştgiriya xwe ji bo xweseriya Şengalê ku xwe dispêre civaka Şengalê, îrade û hebûna wî, anî ziman. Her wiha PYD`ê got ew berxwedana dîrokî ya HPG, YPG û YPJ`ê û ji bilî wan ji hêzên leşkerî ku bi awayekî aktîf korîdora mirovî vekir û 200 hezar êzidî ji qirkirinê rizgar kirin, silav dikin.

PYD`ê di berdewama daxuyaniya xwe de ji hemû hêz û partiyên niştimanî yên demokratîk li herêmê û hemû desteyên navneteweyî û saziyên civaka sivîl xwest ku li gel gelê kurd ê şerê dijminên mirovahiyê dike, bisekinin û ji bo naskirina çarenûsa bi hezaran êzidiyan û serbestberdana wan kar bikin.

(kc/ew)