Dagirker û çete kiryarên xwe yên hovane li Efrînê didomînin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi ser navçeya Bedîna d girt û gelek ciwan girtin. Her wiha çeteyan darên zeytûnan ên welatiyekî ji navçeya Şiyê rakirin da ku li wê derê baregeheke leşkerî ava bikin.

Dagirker û çete kiryarên xwe yên hovane li Efrînê didomînin
3 tebax, 2018   12:19

EFRÎN

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku çeteyên bi navê Ketîbeyên Lîwa El-Muntesir Biellah, Lîwa Mihemed El-Fatih û Ehfad El-Resûl şevê din bi ser navçeya Bedîna de girt û komeke ciwanên navçeyê revandin û ber bi cihekî nediyar ve hatin birin, bêyî ku sedem ji revandina wan re  were diyarkirin.

Her wiha çavkaniyekî din ji navçeya Şiyê ji ajansa me re destnîşan kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê nêzî 15 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Belo Bîlal rakirin da ku li şûna wan  baregeheke leşkerî ava bikin.

(bx/ew)

ANHA