'Em pir xizan in, lê tiştekî buha li gel me heye'

Endamên malbata El-Qisîs hemû ker û lal in û malbat li navçeya Eyn Îsa yê girêdayî Kantona Girê Spî dimîne. Malbat li benda alîkariyê ye û bi taybet piştî ku çeteyên DAIŞ'ê dayika wan kuştiye.

'Em pir xizan in, lê tiştekî buha li gel me heye'
'Em pir xizan in, lê tiştekî buha li gel me heye'
3 tebax, 2018   09:11

SEMÎRE DAWOD/GIRÊ SPÎ

Navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî, yek ji wan herêman e ku çeteyên DAIŞ'ê dagir kiribûn. 4 salan di bin serweriya DAIŞ'ê de maye. DAIŞ dema ku li herêmê bû gelek xewn û xeyalên şêniyan kuştine û her wiha jiyana şêniyan vegerandibûn dojehê bêyî ku agahiya kesekî jê hebe yan jî şahidên wan bûyeran hebin.

Malbata El-Qisîs yek ji wan malbatan e ku gelek êş û azar ji DAIŞ'ê kişandine. DAIŞ'ê dayika wan a ku bingeh û her tiştekî malbatê bû, bi bihaneya ku alîkarî dida endamên rêjîmê yên Lîwa 93 li Eyn Îsa kuşt.

Her wiha xwişka wan a mezin a ji ber teqîna mayina çeteyên DAIŞ'ê ku li mala wê de çandibûn hat berdan û vegerî mala bavê xwe û yên mayî ker û lal in tu hêzeke wan tune ye. 

Tu rojek bêyî ku hemû endamên malbatê li hev kom bibin û rojên nexweş ku tê re derbas bûne naynin bîr xwe, derbas nabe. Her kesek beriya ku DAIŞ derbasî jiyana wan bibe hesreta jiyana rojên berê tînin bîra xwe.

Malbata El-Qisîs ji 4 keçan pêk tê; Elaqa (29), Tirkiye (25), Wetfa, Raba (60) û ciwanek bi navê Ferhan (26) tevî hevjîna wî Fatme Ibrahîm.

Endamên malbatê bi tevahî ker û lal in. Hinek ji wan dema jidayikbûna wisa hatine dinê û hinek jî bûn qurbaniyên çeteyên DAIŞ'ê.

Qurbana yekemîn dayik e

Keçên malbata El-Qisîs, demên dijwar di dema serweriya DAIŞ'ê li ser navçeya Eyn Îsa di 7'ê Tebaxa 2014'an de û bi taybet piştî ku çeteyên DAIŞ'ê dayika wan bi hinceta ku ew nan û alîkarî dide endamên rêjîmê yên Lîwa 93, mehekê destgîr kirin û Ferhan revandin. Lê çeteyan ji bo ku dayik li xwe mikur were jê re tekez kirin ku wan Ferhan girtine û darve kirine û laşê wî avêtine.

Piştî demekê çeteyan dayik kuşt û ew bi endamên rêjîmê re di gorên komî de veşart.

Piştî wê keçên malbata El-Qisîs ji çeteyên DAIŞ'ê cenazeya dayika xwe xwest lê çeteyan ew bi kuştinê tehdîd kirin. Ji ber wê hemû bê deng man û alîkarî ji kesekî nexwestin.

Çeteyan jiyana xwişka mezin kir dojeh

Raba keça mezin a malbata El-Qisîs e. Ji ber teqîna mayina ku DAIŞ'ê di mala wê de çandibû, destê xwe ya çepê winda kir û her wiha tevî birîndar bûnê, ji ber tirsê ew jî wekî xwişkên xwe ker û lal bû.

Raba bi yek ji şêniyên gundê Em El-Seharîc yê ku dikeve rojavayê Eyn Îsayê Îbrahîm El-Hesen re zewicî bû, lê piştî birîndarbûna ji ber teqînê, hevserê wê bi hinceta ku nikare xizmeta malê bike û êdî bi kêrî wî nayê, ew berda.

Piştre Raba vegerî mala bavê xwe û jiyana xwe li wir berdewam dike. Malbat niha li ser alîkariya rêxistinên li navçeyê û alîkariyên xêrxwazên cîran debara xwe dikin.

Jiyaneke ku tu zindiyek nikare tehemulê lê bike!

Fatme bûka malê di hevdîtinek bi ajansa Hawarê re dibêje ku rewşa wan a malbatî gelek xirab e. Di malbatê de kesek nikare kar bike û pêdiviyên malê bi cih bîne. Tenê ew li ser alîkariyan dijîn. Her wiha Fatme binpêkirin û kiryarên hovane yên ku DAIŞ'ê der heqê jinan de dikirin anî ziman û bi 'kabûsekê' ew pênase kir.

Fatme di berdewama axaftina xwe got ku rexmî ku ew gelek xizan in û rewşa wan a jiyanî gelekî xirab e, wan piştî rizgarkirina ji DAIŞ'ê azadiya xwe bi dest xistine û niha dikarin bêyî ku cilên reş li xwe bikin û ji kesekî bitirsin diçin her derekê. Her wiha Fatme destnîşan kir ku ew niha bi hêz bûne û ji mafê wan e ku wekî her mirovekî bijîn.

Fatme di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên têkildar kir ku ji ber rewşa aboriya wan alîkariya wan bikin.

Endamên malbatê bi kêfxweşiya xwe ji ber xelasiya ji kabûsa DAIŞ'ê mafdar in û ew bi hêvî ne ku alîkariya wan were kirin.

Lê dîsa pirsek dimîne, gelo tu kes heye guh bide azarên vê malbatê û alîkariya wan bike?

(şx/ew)

ANHA