Artêşa Tirk ciwanek ji Serêkaniyê birîndar kirin

Leşkerên artêşa tirk dagirker ciwanek ji Serêkaniyê dema li zeviyên xwe yên nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê avdida gulebaran kirin.

Artêşa Tirk ciwanek ji Serêkaniyê birîndar kirin
2 tebax, 2018   19:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Rojava ragihand ku Îbrahîm Hesen Hesen yê 23 salî ji gundê Ezîziyê yê dikeve rojavayê bajarê Serêkaniyê îro 2‘ê Tebaxê piştî nîvro bi guleyên leşerkên artêşa Tirk ên li ser sînor birîndar bû.

Buroyê diyar kir ku Îbrahîm dema li nava zeviyê xwe yê li nêzî sînor bû, di zendê xwe yê rastê de birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Roja a Serêkaniyê tê dermankirin.

ANHA