Şêniyên Dêrikê piştgirî dane çalakiyên ciwanên ên li Sêmalkayê

Bi dehan şêniyên navçeya Girkê Legkê ya herêma Dêrikê piştgirî dane çalakiyên ciwanan ên li deriyê sînor ê Sêmalkayê.

Şêniyên Dêrikê piştgirî dane çalakiyên ciwanên ên li Sêmalkayê
Şêniyên Dêrikê piştgirî dane çalakiyên ciwanên ên li Sêmalkayê
Şêniyên Dêrikê piştgirî dane çalakiyên ciwanên ên li Sêmalkayê
2 tebax, 2018   20:00

QAMIŞLO

Çalakiyên ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên di çarçoveya Pêngava "Serî Hilde" de di roja 10‘an de li deriyê Sêmalkayê yê di navbera Rojava û Başûr de didome.

Bi dehan şêniyên navçeya Girkê Legê û bajaroka Rimêlan yên herêma Dêrikê bi kurd û erebên xwe beşdarî çalakiyê bûn.

Şêniyan ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn ji qada Azadî ya navenda Girkê Lekê ber bi deriyê sînor ê Sêmalkiyê ve ketin rê da ku piştgiriyê bidin çalakiyên ciwanan ên bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Başûr û piştgiriya Qendîlê hatiye organîzekirin.

Di bin konê çalakiyê Rêveberê Ciwanên PYD‘ê Mustefa  Ehemd axivî û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û binpêkirinên li Efrînê şermezar kir.

Ehmed destnîşan kir ku xewna Osmaniyan bi saya xwîna şehîdên Kurdistanê ber bi têkçûyînê ve diçin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Girkê Legê Mihemed Cemîl êrîşên li ser dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got, "Bapîrên Erdogan Kurdistan dagir kirin lê nikarîbûn vîna gelê Kurd û felsefeya Ocalan bişkîne."

Çalakî bi xelekên govendan li gel stranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA