Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Qamişlo hate vekirin

Partiya Sûriyeya Pêşerojê buroya xwe li taxa Miwezefîn a bajarê               Qamişlo vekir. Bi dehan şênî, nûnerên partiyan û şandeyek partiyê ji bajarê Suwedayê beşdarî merasîmê vekirina buroyê bûn.

Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Qamişlo hate vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Qamişlo hate vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Qamişlo hate vekirin
Buroya Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Qamişlo hate vekirin
2 tebax, 2018   19:29

QAMIŞLO

Mersîmê vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan bi xêrhatina beşdaran kir û kêfxweşiya xwe bi vekirina buroyê anî ziman.

Qeftan got: "Ez bi vekirina buroyê re kêfxweş im, lê xweşiya min temam nabe beriya ku buro dest bi kar bike. Avahî kevir e lê bêyî mirovahî xweş nabe. Partiya Sûriyeya Pêşerojê  erka lihevkomkirina civakê girtiye ser xwe. Li ser vê yekê ez vekirina buroyê li gelê Qamişlo pîroz dikim."

Qeftan di berdewama axaftina we de, spasiya şandeya ji bajarê Suweydayê hatî kir û got, "Suweydaya serbilind û bi rûmet em sersaxiyê ji wan re dixwazin, destê xedirê dirêjî wê kir. lê li şûna xwîna hatî rijandin em ê gulan biçînin."

Bi navê şandeya Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya ji Suwedayê Semîr Ezam axivî û vekirina buroyê li bajarê Qamişlo pîroz kir û hêviya serkeftinê xwest û ev tişt anî ziman: " Bawerî ji xwedê re ye û welat ji her kesî re ye. Sûriya layîk hate avakirin, em Sûriyeke nû dixwazin. Partiya Sûriyeya Pêşerojê partiya Sûriyeyê dayîkê ye."

Piştî axaftinan, peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin.

Buro ji aliyê dayika şehîd Sariya Feyrûz Yûsif, dayika şehîd Şervan Emûşa Deham û dayika şehîd Orhan Zeyneb Yehya ve hate vekirin.

ANHA