Kongreya Star têkildarî salvegera Qirkirina Êzidiyan daxuyanî da

Koordînasyona Kongreya têkildarî salvegera 4‘emîn a Qirkirina Êzidiyan daxuyanî da û destnîşan kir ku hişmendiya ku komkujî pêk anî bi rengên cûda berdewam e û bang li rêxistinên mirovî kir ku li hemberî hişmendiya qirker bisekinin.

Kongreya Star têkildarî salvegera Qirkirina Êzidiyan daxuyanî da
2 tebax, 2018   16:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Êzidiyan a 3'ê Tebaxa 2014'an daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat bi bîrxisitin ku çeteyên DAIŞ‘ê bi riya xayînan di 3‘ê Tebaxa 2014‘an de li dijî gelê Êzidî qirkirinek pêk anîn, di encamê de bi hezaran sivîlên Şengalê hatin şehîd xistin û koçberkirin, jin û zarok hatin tecawizkirin û li bazaran hatin firotin.

Kongreya Star destnîşan kir ku komkujî li pêşberî çavên her kesî û civaka navdewletî pê hat bêyî ku tu kes dengê xwe neke û ev tişt anî ziman, "Komkujiya ku li Şengalê hatî kirin, li pêşberî cîhana nadewletî hate kirin, bêyî ku tu kes qîrîna jin û zarokan guhdar bike. Qirkirina Şengalê xaleke reş di dîroka mirovahiyê de ye, hîn jî beşek mezin ji jinan dir girtîgehên tarî de ne."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku zihniyeta DAIŞ'ê ya li dijî gelên herêmê hî jî bi rengên cûda berdewam e û îşaret bi êrîşên çeteyên yên li ser Efrînê kir û daxuya kirin ku bi êrîşên komên çete yên li ser Efrîna ku spartgeha bi hezaran koçberan bû,bi hezaran sivîl hatin koçberkirin, her wiha demografiya kantonê tê guhertin.

Koordînasyona Kongreya Star di dawiya daxuyaniyê de, qirkirina li dijî Êzidiyan û bêdengiya raya giştî ya li hemberî pêkanînên hêzên tarî şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî û kesên xwedî wijdan kir ku li hemberî zihniyeta DAIŞ'ê bisekinin û girtiyên Êzidî rizgar bikin û Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin.

ANHA