Artêşa Tirk zarokekî Êzidî qetil kirin

Artêşa Tirk a dagirker di salvegera 4. a fermana Şengalê de li Zaxoyê zarokekî Êzidî yê 12 salî ku di nava baxçeyê xwe de kar dikir, qetil kir.

Artêşa Tirk zarokekî Êzidî qetil kirin
2 tebax, 2018   16:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê artêşa Tirk a dagirker îro serê sibehê bax û baxçeyê gundê Girezêrel ya ser bi Zaxoyê û dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê gulebaran kiriye. Di encama gulebaranê de zarokekî Êzidî yê bi navê Mahîr Elî (12) jiyana xwe ji dest daye.

Duh jî li Geliyê Rêkan şivanekî ji Şêladizê ya ser bi Dihokê pê li mayîna artêşa Tirk kiribû û birîndar bûbû.  

Sibe salvegera 4. a fermana Şengalêye û hê bihezaran Êzidiyên ji ber fermana 3'yê Tebaxê koçê gelek herêmên Başûrê Kurdistanê kirine, venegeriyane ser malên xwe.