Hunera ji tirsê hatibû temirandin, ji nû ve zindî dibe

Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê pêşengehek wênasaziyê vekir. Vekirina pêşengehê wekî gavekê ji bo vejandina huner û wênesaziyê tê.

Hunera ji tirsê hatibû temirandin, ji nû ve zindî dibe
Hunera ji tirsê hatibû temirandin, ji nû ve zindî dibe
Hunera ji tirsê hatibû temirandin, ji nû ve zindî dibe
Hunera ji tirsê hatibû temirandin, ji nû ve zindî dibe
Hunera ji tirsê hatibû temirandin, ji nû ve zindî dibe
Hunera ji tirsê hatibû temirandin, ji nû ve zindî dibe
Hunera ji tirsê hatibû temirandin, ji nû ve zindî dibe
2 tebax, 2018   14:46

REQA

Bi dirûşma "Bijî Reqa" Komîteya Çand û Hunerê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê pêşengeheke tabloyên wênesaziyên ku şêwekarên Reqayê beriya 2011‘an xêzkiribûn, vekir.

Di dema ku çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Reqayê dagir kiribûn, huner û şarestaniya herêmê temirandibû, di dema rêjîmê de rola hunermend û rewşenbîran jî hatibû paşguhkirin.

Bi rizgarkirina bajarê Reqayê ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hunermend û şêwekdarên Reqayê berhemên ku xwe yên ku bi salan hatibûn temirandinê êdî bi azadî û bi destekdayîna Meclisa Sivîl a Reqayê berhemên xwe derdixînin.

Di pêşengehekê de ku ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ve li hola avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk  Reqayê hatibû organîzekirin 25 tablo ku tê de qala adat û çanda gelê Reqayê dike, hatin pêşkêşkirin.

Hêjaye bi bîrxistinê, piraniya şêwekar û rewşenbîrên Reqayê di dema dagairkeriya çeteyên DAIŞ û komên navê "Artêşa Azad " li xwe dikin de penaber bibûn.

Şêwekarê Ehmed El-Cilid ku beşdarî pêşengehê bûye îşaret bi tabloyeke xwe kir û dibêje, "Ev tablo min ji sala 2011‘an de xêz kiriye, ji tirsa çeteyên DAIŞ‘ê ku şerê çand û hunera bajarê Reqayê kiribû min veşartibû."

Şêwekar bang li hemû hunermendan kir ku vegerîn warê xwe û beşdarî ji nû ve avakirina Reqayê bibin.

ANHA