Rêveberiya Sivîl a Minbicê spasiya şêwirmendên destek dane avakirina Minbicê kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê daxuyanî da ku spasiya şêwirmendên siyasî, aborî û ewlekarî yên ku ji bo xizmeta Minbicê xebat dane meşandin kir.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê spasiya şêwirmendên destek dane avakirina Minbicê kir
2 tebax, 2018   14:04

MiNBIC

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên, daxuyaniyek nivîskî weşand û spasiya hemû şêwirmendên siyasî, aborî û ewlekarî xizmeta Minbicê kirine kir.

Di daxuyaniyê de hate  gotin, "Piştî rizgarkirina bajarê Minbicê, di aliyê rêvebirinê de, me alîkarî ji rêveberên xweser ên Bakurê Sûriyeyê yên xwedî pispor û Tevgera Civaka Demokratîk xwest. Di dema ku saziyên mirovî yên navnetewî û saziyên dewleta Sûriyeyê herêm paşguh kiribûn,  rêveberiyan, bi taybet Tevgera Civaka Demokratîk  daxwaza me bi cih anî, em wan spas dikin ku erka xwe ya niştimanî ya li hemberî gelê me yê Minbicê bi cih anî û heya niha jî desteka alîkariyên madî û manewî dide.

Hevalên me yên saziyên rêveberiya xweser û kadroyên TEV-DEM‘ê ji bo ji nû ve avakirina bajarê xebatên mezin dane meşandin, di nava du salan de ango piştî rizgarkirinê saziyên xizmetguzarî, aborî û ewlekarî aktîv kirin û û gelek gav bi ser xistin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û bi navê hemû gelên Minbicê spasiyên şêwirmendên siyasî, aborî û ewlekarî yên bi rihê welatparêzî, Sûrî xebateke mezin li Minbicê dane meşandin, dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin."

ANHA